Gerîlaya YJA Star'ê  Nûdem Penaber hate bîranîn

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, gerîlaya YJA Star'ê Nûdem Penaber bi merasîmekê hat bîranin.


Gerîlaya YJA Star'ê Nûdem Penaber(Nûdem Tûrgût)  li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr ) bi merasîmek girseyî hat bîranîn. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê bi navê Kordansiyona Wargehê Deniz Adiyeman axivî.

Deniz di serî de, ser navê gelê wargehê sersaxî ji malbatê re xwest û wiha berdewam kir: “Di serî de sere Rêbertiyê, malbata me ya hêja, tevayî gelê wargehê û rêhevalên wê saxbe. Heval Nûdem Penaber zarokek ya vê Wargehê bû, ji dil û can em êşa malbat û wargehê parve dikin.Wateya peyva Şehîd nirxekî pir girane, di aliyê hest de jî anîna ziman cihek ê rumetê û gelek girane. Weke gel ji bo em bibin bersiv erka me yê demê pêwîste di hemû aliyan de em hîn bi hêztir bin. Hevala Nûdem meha Adarê ya ji bo têkoşina azadiya mehekî pir girînge de şehîd ketiye. Di meh Adarê de hevalên weke Mezlûm, Bêrîvan, Ronahî û Sema şehîd bûne. Em carek din bejna xwe li ber tevayî şehîdên Şoreşê di tewînin.”

Bi navê malbatê bavê Şehîd Nûdem Penaber Mahîr Tûrgût jî axivî. Mahîr di serî de xêrhatina welatiyên wargehê kir û got: “Em çiqasî li ser şehîdan baxivin ne peyv têr dikin û ne jî dem. Ji bo em bibin bersiv bila dost û dijmin baş bizanibin her çendî êrîş bike, em ê li hember êrîşan hîn bi kîntir bibin û hêza xwe hîn xurttir bikin.”

Nasnameya gerîlaya YJA Star'ê wiha ye;

Nasnav: Nûdem Penaber

Nav û Paşnav: Nûdem Tûrgût

Cihê Jidayikbûnê: Nînova

Navê Dayik - Bav: Beyaz - Mahîr

Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medya / 21’ê Adara 2018’an.

Merasîm bi dirîşmeyên, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Şehîd namirin’ bidawî bû.

Herwiha wê îro di dawiya sersaxiya  ku sê rojbûn berdewam dikir de, ji bo gerîlaya YJA Star'ê Nûdem Penaber(Nûdem Tûrgût)  mewlûd were dayîn.

(şy-hr)