Germiyanî carek din ji bo piştgiriya Rojava daketin qadan

Ji bo piştgirîdayîna berxwedana Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, xelkê bajarokê Rizgarî yê herêma Germiyanê meşek girseyî lidarxistin.


Ji bo piştgirîdayîna berxwedana Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, bi pêşengtiya Eniya Nîştimanî ya Dijî Dagirkeriyê di saetên êvarê de li bajarokê Rizgarî ya ser bi navçeya Kelarê meşek girseyî hate lidarxistin.

Di meşê de nûnerên rêxistin, hizbên siyasî, mamostayên olî û xelkê bajarok beşdarbûn. Meş di nava bazara bajarok de hate lidarxistin.

Li ser navê xelkê bajaroka Rizgarî daxuyaniyek ji aliyê Goran Gomarî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk ji despêkê ve hewla tinekirina destkeftên Rojavayê Kurdistanê dide. Efrîn dagirkir û niha jî hewla dagirkirina Kobanê, bakur û rojhilatê Suriye dike.”

Her wiha hate gotin ku dagirkirina Rojavayê Kurdistanê di heman demê de dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ew wek gelê Başûr van êrîşan şermezar dikin û piştgiriya berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê dikin.

(şk)