Girtiyan name ji Ozdemîr ê di rojiya mirinê de ye şand

Girtiyan ji Menduh Merwan Ozdemîr ê ku li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi rojiya mirinê kiriye re name şand. Di nameyê de wiha tê gotin; "Çi dibe bila bibe em ê tecrîdê bişkînin."


 Merwan Menduh Ozdemîr li Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya Silêmaniyê di 14'ê Gulanê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullalh Ocalan dest bi rojiya mirinê kir û berxwedana wî di roja sêyan de didome. Girtiyên li Girtîgeha Wanê ya ku Ewlehiya Wê Zêde nameyek ji wî re şandin û berxwedana wî silav kirin.

Girtiyan li ser navê Sînan Dayan name ji Ozdemîr re şandin û gotin ku çi dibe bila bibe wê serkeftin a berxwedêran be.

Dayan di nameya xwe de derbarê tendirustiya xwe ev agahî da:

“Çalakiya hevalên koma pêşîn di roja 150’an de ye. Di warê dîtin û bihîstinê de êdî astengî pêk tên. Xwînê vedireşin. Çend hevalên me tena serê xwe nikarin rabin. Roj bi roj rewşa hevalan xerab dibe. Herî kêm 20 kîlo li xwe kêm kirine.

Berxwedana koma duyemîn jî di roja 76’an de ye. Koma jî 15 kîlo li xwe kêm kirine. Serêş û sergêjî bi me re peyda bûye.

Rojiyên mirinê jî di roja 15’an de ye. Rewşa hevalan di rojiya mirinê de giran bûye. Çavê wan zer bûye, nikarin biaxivin.”

Sînan Dayan nameya xwe bi peyama ‘Lê çi dibe bila bibe, em ê tecrîdê bişkînin. Serkeftin wê ya berxwedêran be’ qedand.