Goran û Nifşê Nû: Ji bo yekitiya netewî divê em yek deng bin

În, 5 Avrêl 2019 – 07:45  HEWLÊR/ROJNEWS

Goran û Nifşê Nû: Ji bo yekitiya netewî divê em yek deng bin

Parlementerên Parlamentoya Herêma Kurdistanê qala yekitiya netewî kirin. Parlementeran gotin ku pêwîste em hemû xwedî yek deng bin û ji bo avakirina yekitiya netewî divê rêz li demokrasiyê were girtin.


Di vê serdemê de yekitiya netewî wekî pêwîstiyek giring ji bo gelê Kurd tê dîtin. Têkildarî vê mijarê Parlementerên Parlamentoya Herêma Kurdistanê nêrînên xwe yên têkildarî yekitiya netewî bi rêya Rojnews’ê anîn ziman.

Parlementerê Tevgera Goran Daban Mihemed got; “Mixabin di dema borî de li Başûrê Kurdistanê referandûmek hat li darxistin, lê vê referandûmê Başûrê Kurdistan ber bi rewşekî aloz ve bir.”

Di dewama axaftina xwe de Daban Mihemed diyar kir ku li parçên din ên Kurdistanê xebat û têkoşîn berdewame û wiha domand; “Pêwîste di vê qonaxê de li Kurdistanê em hemû xwedî yek deng bin. Em wek Tevgera Goran dibêjin, divê hemû destkeftiyên Kurdistanê parastî bin û werin parastin. Ger pêwîst jî bike divê berdêl ji bo parastina van destkeftan werin dayîn.”

Li ser heman mijarê Parlementerê Nifşê Nû Diyarî Enwer jî wiha nêrînên xwe anî ziman; “Ew pêngavên ku di dema borî de hatin kirin ne ji bo parastina yekitiya netewî ya Kurdan bûn. Parastina yekitiya netewî bi rêzgirtina li hemû aliyan, yasa, demokrasî û guh dan li fikrên cûda çêdibe û bi vî awayî dikare yekitiyek netewî were çêkirin.”

(şk)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist