Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Mexmûrê a dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi koma 15’an bi biryardarî dewam dike. Xelkê Mexmurê ragihand ewê heya dawî li ber xwe bidin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di pêşengiya Meclîsa Îştar de ji bo beşdarbûna pêngava KCK’ê û berxwedana zîndanan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 29’an de bi koma 15’emîn dewam dike.
Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 14’an Hewar Gebarî axivî.
Gabarî bal kişand li ser berxwedaniya Wargeha Mexmûr û got: “Em xwediyê çîrokek pîrozin. Ji ber ku roja ku em penaberî Başûrê Kurdistanê bûyîn heta niha, me li hember hertiştî berxweda û emê li berxwejî bidin. Serokatî got ‘Zarokên Mexmûr zarokên minin’ ji ber vê yek pêwiste em ji herkesê zêdetir vê berxwedanê dijwartir bidin meşandin. Emê bi vê biryardariya xwe li welatek azad bi Serokê xwe re jiyan bikin.”
Piştî peyama koma 14’emîn, merasîma dewirgiritnê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî berxwedana Zîndanan’ bi dawî bû.