Greva birçîbûnê ya li Silêmanî bi biryardarî di dome

Greva birçîbûnê ya li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 154'an de ji aliyê koma 78'emîn ve hate dewir girtin.


Greva birçîbûnê ya li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 154'emîn de didome. Vê êvarê ji aliyê koma 78'emîn ve hate dewir girtin.

Di dema çalakî dewr girtinê de ciwanê ji Rojhilatê Kurdistanê Diyako Bayîz ji Rojnews'ê re got; "Me di demên borî de dîtiye ku ev çalakiyên greva birçîbûnê çiqas bi bandorin. Ji bona wê me biryar da heya şikandina tecrîdê em dest jivan çalakiyan bernedin."

Li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmanî welatiyê bi navê Merwan Memduh Ozdemir yê ku xelkê bajarê Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribû, çalakiya wî di roja sêyem de bi biryardariyek xurt didome.

(şk)