'Grevên birçîbûnê wê faşîmzê hilweşîne'

 Parêzer û rojnamegerên Silêmaniyê qala girîngiya grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin kirin û diyar kirin ku grevên birçîbûnê li dijî faşîzma Tirkiyeyê bû asteng û gotin; "Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê bûn beşek ji şikestina desthilatê ya li ser civakê pêk aniye. Lewma li hemberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng in."


Bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven li girtîgehên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, Ewropa û Başûrê Kurdistanê çalakiyên greva birçîbûnê 199 roj in berdewam dikin. Rojnameger û parêzerên Silêmaniyê li ser mijarê ji Rojnews'ê re axivîn.

Parêzer Kemal Ebûbekir işaret bi bandoriya van çalakiyên greva birçîbûnê ya li ser dewleta Tirk kir û got; "Bandorî û zextên grevên birçîbûnê, çalakger û zextên rêxistinên civaka navneteweyî wiha kir ku dewleta Tirk rê bide parêzer li gel Ocalan hevdîtinê bike. Ji bo ku zextên li ser xwe kêm bike destûr da. Di dema hevdîtinê de rê nedane parêzer peyama Ocalan binivîsin da ku bigihînin gelê Kurd."

Parêzer Kemal Ebûbekir diyar kir ku eger zextên li ser dewleta Tirk berdewam bikin, wê deweta Tirk neçar bimîne dawî li tecrîdê bîne û got; "Birêz Ocalan yek ji kesayetên bi bandor ê Kurd e ku nabe were paşguh xistin. Lewma girînge ji  bo pêkanîna aştî û demokrasiyê rê bê dayîn ku peyama wî were ragihandin."

Herwiha rojnameger Sabah Elî Qereman jî di derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya li hemberî tecrîda ser Ocalan de jî axivî û got; “Berxwedanek mezin li hemberî tecrîda li ser birêz Ocalan hatiye destpêkirin. Bê guman sedemê vê berxwedanê jî ji ber ku hikumraniya Tirk berbi faşîzmbûnê ve diçe. Ev çalakî bandora xwe diyarkirin û dikarin ji bo faşîzma Tirkiyeyê bibe asteng.”

Rojnameger Sabah Elî Qereman balkêşa ser bêdengiya rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ya hemberî tecrîda li er Ocalan û got; “Piştî raperînê li herêma Kurdistanê hizbên Kurdî ji bo şikandina îradeya civakê kar dikin. Bi taybet ev yek li ser rewşenbîr, rojnamger û akademisyenan kiriye. Ev jî bûye sedem ku beşek ji rewşenbîran bêdeng biminin. Ji ber ku îradeya mirov di vî welatî de bi giştî hatiye şikandin. “

Sabah Elî Qareman di dawiyê de got; “Birêz Ocalan yek ji bîrmendên mezin yê serdemê ye. Xwedî xewnek mezine. Ew jî têkbirina faşîzmê û avakirina sîstema demokratîk,  azadîxwaz û jiyana hevbeş ya gelane. Tirkiye û welatên din yên ku li ser faşîzmê dijîn, ji bo vê jî zextê li birêz Ocalan dikin. Zextê dikin daku peyamên Ocalan negihin derve.”

(rn)