Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Bankê yê Behdînan bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê agir girte bax û rezên gundiyan.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di seat 15.00’an de gundê Bankê ya navçeya Zaxo bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê agir girte bax û rezên gundiyan û ziyanek mezindayê.
Hêjayî gotinê ye ku îro, Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) bi daxuyaniyekê ragihand ku îro di saet 10.30’an de li gundê Hirûrê yê Dihokê sivîlek di topbarana artêşa Tirk de birîndar bû.
(ab)