Gundên Qendîlê li benda tazmînatê ne

Tevî ku 40 roj li ser lehiya Qendîlê re derbasbûye jî hîn cihên ku xirabûne û zirer dîtine ne hatine çêkirin û daxwazên mexdûrên lehiyê ne hatine bicih anîn.


26’ê Cotmeha 2018’an baranek zêde li Herêma Kurdistanê barîbû û ev  baran bûbû sedema lehiyê.  Di encama lehiya ku rabû de gundên Nawdeşt, Sûredê û Baleyan yên binarê Qendîlê zirer û ziyaneke mezin dîtin. Rêvberiya Herêma Kurdistanê û Iraqê soz da bû ku zirer û ziyanan telafî bikin û daxwazên mexdûran pêk bînin. Lê tevî ku 40 roj derbas bûye jî hîn birînên lehiyê ne hatine pêçan.

Li gorî lêkolînên RojNews’ê kirin ceyrana 12 gundên Binarê Qendîlê di encama lehiyê de xirabûne. Li gundê baran jî ji ber xirabûna piran zarok nikarin biçin dibistanê.

Niştecihê gundê Baran ya ser bi navçeya Sengeserê Resûl Ebdula diyar kir ku heya niha ji ber baranê zêdeyî du caran pir xirabûne û got ku ew bi hêstiran pêwîstiyên xwe yên rojane pêk tînin. Ebdula dazanîn ku dema nexweşek wan çêdibe ew gelek zehmetiyê dikişînin.

Avhewayek hişk ya Qendîlê heye, ji ber wê lehî zêde lê çêdibin. Li gorî pisporên avhewayê ev 100 sale lehiyek wisa li vê herêmê ranebûye.

Hevserokê Şaredareya  Binarê Qendîl  Mihemed Hesen diyar kir ku parlementoya Iraqê komîsyonek avakiribû ji bo lêkolînên pêwîst bike û got, “Heya niha jî ti gavek di vê mijarê de ne hatiye avêtin. Tenê biryar dane, lê ya girîng pêkanîna vê biryarê û dabînkirina pêwîstiyên mexdûrên lehiyêne.”

Parlementerê Iraqê Şêrwan Mîrza jî diyar kir ku Iraq biryar da da ku tazmînata wê bide, lê heya niha jî vê biryara xwe bicih ne aniye.

Her wiha Mîrza diyar kir ku heya niha jî ne diyare wê Iraq tazmînatê ji bûdceya sala 2018’an bide yan wê ji ya sala 2019’an bide.

Ew ziyanên bi gundan ketine ji ber lehiyek zêde rêyên navendî û pir xirabûne. Bi giştî 15 pir xirabûne, ji bilî binesaziya avê. Ji ber xirabûna şebekêyên avê nêzîkî 15 gund bê av mane. Her wiha 3 navendên tendirustî, 3 mizgeft û 2 dibistan bi temamî rûxiyane.

Herwiha ji ber ziyanên lêhiyê bi dehan bax û rezên gundiyan xirabûne. 15 mal bi temamî rûxiyane û nêzîkî 30 mal jî dibin avêde mane. Gelek lawir û mêşên hingiv jî telefbûn.

(ep/bz)