Hawjîn Mela Emîn: Peyama dawî ya Ocalan tekezkirina çareseriyê ye

Nivîskar û Rêveberê Navenda Sohrewerd Hawjîn Mela Emîn têkildarî girîngiya peyama dawî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got, "Girîngiya vê peyama Birêz Abdullah Ocalan ew e ku têde balê dikişîne ser rewangehek stratejîk ku peywendiya wê bi pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi giştî û pirsgirêka Kurd bi taybetî heye. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêşxistina aştiyê di heman demê de dibe bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî."


Roja 7’ê Tebaxê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên peyamek dabû û di peyama xwe de gotibû,"Ez hewl didim ji Kurdan re qadekê biafirînim, werin em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Dibêjim; ez dikarim di nava hefteyekê de rewş û îhtimala şer ji holê rakim. Ez dikarim çareser bikim, ez ji xwe bawer dikim û ji bo çareseriyê amade me. Lê belê divê dewlet jî, aqlê dewletê jî ya pêwîst bike."

Têkildarî girîngiya vê peyama Ocalan û xalên girîng ên vê peyamê, rolê Kurdan di yekgirtinê de û pêkanîna pêvajoya aşitiyê, Nivîskar û Rêveberê Navenda Sohrewerd Hawjîn Mela Emîn divê hevpeyvînê de bersîva pirsên Rojnews’ê da.

- Hun peyama Abdullah Ocalan ya di 7’ê Tebaxê de dayî hun çawan dibînin û çi giringiya wê heye?

Girîngiya vê peyama Birêz Abdullah Ocalan ew e ku têde balê dikşîne ser rewangehek stratejîk ku peywendiya wê bi pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi giştî û pirsgirêka Kurd bi taybetî heye. Herwiha ji peyama Birêz Ocalan tê famkirin ku şer û tûndûtûjî ne dewleta Tirk ne jî gelê Kurd gihandiye cihekî ku her çendî ku Kurd parastina xwe ya rewa dikin. Girîngiya peyamê di wê yekê de ye ku diyar dike şer û şidet ne di berjewendiyê Kurdan de ye, ne jî li Rojhilata Navîn di berjewendiyên dijminên Kurdan de ye.

Li aliyê din jî mijara dewlet-netewê red dike ku faşîzma Tirkiye bûye serçaveya pirsgirêk û aloziyan li herêmê. Li gel vê de jî israrkirina dewleta Tirk li ser modela dewlet û destihalata Tirk e ku ev jî ji dirêjahiya dîrokê ve bûye sedemê derketina pirsgirêkên di nava Tirk û Kurd, Tirk û dewlet netewên din de ku Kurdistan bi serde hatine parçekirin.

- Xalên balkêş ên peyama Ocalan kîjan bûn?

Di peyama Birêz Ocalan de mijarek girîng ew e ku girîngiya cihê wî ye siyasî ye. Ocalan di peyamê de carek din dubare dike û dibêje ger dewleta Tirk ji bo aştiyê gavan bi pêşde bavêje, ew dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi giştî û pirsgirêka Kurd bi taybetî çareserbike.

Li gora min mijara din a girîng, divê peyamê de ew e ku bal tê kişandin ser tawanên kuştinan ku bi berdewamî di navbera Kurd û dewleta Tirk de pêktên û ziyanên aborî, siyasî dixe stûyê vê sîstema xirab ku dewleta Tirk bicîh tîne. Bi taybetî jî dixe stûyê wê ezmûna ku AKP û  Erdogan birêve dibin.

- Ocalan di peyama xwe de dibêje, bi rêbaza şer û aloziyan pirsgirêk kûrtir dibin û hemû alî jî jê zererê dibînin, herwiha dibêje ku divê ev pirsgirêk bi danûstandinê were çareserkirin. Ger piştî vê peyama Ocalan dewleta Tirk guh nede wê çi bibe?

Piştî vê peyamê asta aştîxwazî û dîpomasiya Kurd û rewşabûyna doza Kurd wê derkeve û hebûna navneteweyî ya bi doza Kurd me mijûle çêbibe. Wê gavek din derkeve pêş. Îsparkirina vê aştiyê ye ku Kurd şer naxwazin. Yên şer dixwazin û çavkaniya şîdeta herêmê dewleta Tirk û pêşbaziyên wê ne. Ev peyama Ocalan wê nêrîna cîhanê li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn zelaltir bike.

‘Aştî li Bakur tê wateya aşitî li Rojava û Başûr e’

-Pêwîste Kurd çawan ji vê bangewaziya Ocalan fambikin ku dibêje werin em bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikî?

Her çiqas ku heya niha li navendên siyasî yên Kurdan de peyama Ocalan nehatiye nirxandin û guhdariyek zêde çênebûye, sedemê xwe vedigere ji paşketin û rastiya siyasî ya Herêma Kurdistanê. Lê rastiyek din a girîng heye, divê parçeyên din ên Kurdistanê bi taybetî Rojava bizanin ku aştî li  Bakur tê wateya aştiya li Rojava û Başûrê Kurdistanê. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêşxistina aştiyê di heman demê de dibe bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî. Divê aliyên siyasî vê rastiyê bibînin.

‘Rêbaza aştî bêyî yekgirtina Kurdan nagihe armanca xwe’

- Çiqas bi rêbaza aştî yekgirtina Kurdan dikare pêk were?

Bêguman rêbaza aşitî bêyî yekgirtina Kurdan dibe negihe armancên xwe û ew ê encamek wiha jê dernekeve ku gelê Kurd li bendê ye. Herwiha nebe sedem ku ta radeyek aramiyek demdirêj li Rojahilata Navîn pêkwere. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze pirsgirêka xwe li gel gelê Kurd de bike pirsgirêka Kurdan. Em vê yekê jî dizanîn  ku ji ber peywendiya herdu hêzên desthilatdar ên Başûr li gel welatên herême bi taybetî jî li gel dewleta Tirkiye de heye. Heya niha nekarîne yekgirtina Kurdan were pêkanîn.

‘Niha zemîn ji her demê guncavtire’

-Dikarîn bêjin piştî vê peyama Ocalan zemînek çêbûye, ji bo aliyên siyasî werin cem hev û yekîtiya netewî pêk bînin?

Li gorî min, niha ji her demê zêdetir zemîn guncave. Niha Kurd ji her demê zêdetir bi awayekî giştî di hebûna xwerêveberî û xwedîderketina xwe, pêşbaziyên herêmî de kûr bûne. Nakokî û berjewendiyên wan heta astekê aşkara bûne. Îradeya naveteweyî heta astekî zêde di aliyê aramiya herêmê û bi destxistina mafê rewa yê gelê Kurd de ye. Ger siyasetmedar rewşê bibînin ev hemû derfet in ku aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê peywendiyên nebaramber li gel dewletên herêmê hene. Dikarin ji himbêza neyarên Kurdan vegerin himbêza Kurdan bi xwe de.

 (şk)