Her çar ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cudî yên bi navê Hogir, Denîz, Cîhad û Mehmûd ku di saetên sibehê de di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmek girseyî hatin oxirkirin.
Îro 6 ciwanên Mexmûrê ku ji bo debara jiyanê xwestin biçin Bexdayê kar bikin, di saet 6:40’an a de li ser rêya di navbera bajarokê Şirgat û Bêcî ya girêdayî parêzgeha Selahedînê qeza kirin. Di encama qezayê de 4 ji wan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. Her du birîndar rakirin nexweşxaneya Geyare. Her wiha piştî ku şêniyên wargehê bi bûyerê hesiyan, ji destê sibehê ve heta bi dawîbûna merasîma oxirkirina wan li ser pêyan bûn.
Ji bo cenaze û birîndar bên wergirtin gelek şêniyên wargehê bi konvoyekê berê xwe dan cihê bûyerê. Danê nîvro konvoya ku çûbûn cihê bûyerê vegeriyan wargehê. Gelê wargehê ji ketina wargehê heya mizgefta semta 3 pêşwaziya konvoyê kir. Li wir piştî ku bi cihanîna pêwîstiyên olî her çar cenaze bi awayek girseyî rakirin Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê ku merasîm lê hatibû organîzekirin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Cîhad, Mehmûd, Hogir û Denîz weke şehîdên Ked û demokrasiyê hatin îlankririn. Li ser navê gelê wargehê Hevserokê Meclîsa Gel Hecî Kaçan axivî.
Kaçan di destpêka axaftina xwe de ji bo malbatên her çar ciwanan sersaxî xwest û wiha got: “Îro gelê Mexmûrê pir xemgîne, dilê gelê wargehê ji ber Hogir, Mehmûd, Cîhad û Denîz şikestiye. Weke gelê wargehê me gelek rojên bi vî rengî derbaskirîne. Îro jî 4 ciwanên bedew ku vê sibê di encama qezayek a tirafîkê de jiyana xwe ji destdayî em bi awayek girseyî wana oxir dikîn. Me çawe di demên borî de bi îradeyek xurt rojên bi vî awayî zehmet û bi êş derbaskiriye emê dîsan bi heman îradeyê van rojên bi êş derbas bikin.”
Kaçan herî dawî sersaxî ji bo Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan, Şervanên Azadiyê, malbatên her çar ciwanan, gelê Kurd û wargehê xwest.
Piştre malbatên her çar şehîdan jî ji bo amadebûna gelê wargehê û parvekirina xema wan sipasiya gelê wargehê kirin.
Merasîm bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin’ bi dawî bû û cenazeyê her çar ciwanan li goristana wargehê sipartin axê.
Hêjayî gotinê ye ku her 4 şehîdên kedê endamên Navenda Çand û Hûnera Mexmûrê bûn. Rewşa herdû birîndaran jî başe.
Li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo her çar şehîdên kedê konê sersaxiyê hate vedan.
(kom/kş)