کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Dişem, Gelawêj 15, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

‘Her hêzek hevkariya dijmin bike, wê bixwe bibe qurbanî’

  ROJNEWS- SORAN
26/06/2022 - 7:30:17 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Welatiyên navçeya Soran dan zanîn aliyek siyasî yê desthilata Herêma Kurdistanê ji bo bikare hebûna xwe li ser kursiyê desthilatê berdewam bike, hewara xwe gihandine dijminek wek dewleta Tirk. Welatiyan gotin, her aliyek hevkariya dewleta Tirk bike û siyaseta wê biparêze, wê di siberojê de ew alî bixwe bibe qurbanî.

Êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe didome. Li kêleka êrişan hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî didome. Ev hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re bûye cihê nerazîbûnek mezin a gelê Kurd, bi taybetî jî welatiyên Başûrê Kurdistanê.

Derbarê êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dijmin re welatiyên navçeya Soran ji ajansa me re axivîn.

Çalakvanê Siyasî Niyaz Balekî derbarê mijarê de wiha axivî: “Gelek caran şêwazek yê siyasetê tê meşandin ku siyaseta Kurd dikeve nav û haya wan jê nine. Ew jî ewe ku desthilat û hêzên siyasî ji bo bikare hebûna xwe li ser kursiyê desthilatê berdewam bike, hewara xwe digihînin dijmin. Lê her wextek ew dijmin bi serket, dibe dijminê rasteqîn ê wê hêza ku wê wek dostê xwe didît û piştgiriya wê dikir. Ew dijmin dawî li wê hizbê jî tîne.”

Niyaz Balek

Niyaz Balekî hêvî xwest ku li her çar parçên Kurdistanê Kurd yekgirtina xwe çêkin û wiha domand: “Her wextek dijmin fersendê bibîne, wê dawî li hemû Kurdan bîne. Tirkiye bi eşkereyî dibêje ku di nava Kurdan de hêzek heye hevkariya wê dike ji bo êrişê ser xaka Kurdistanê bikin. Yên ku xwe wek dostê Tirkiye dihesibînin, bila bizanin ku wê di dema pêş de herî zêde ew zererê ji vê dostaniya li gel dijmin bibînin.”

Ciwanê bi navê Cuma Mistefa jî îşaret bi armanca êrişên dewleta Tirk kir û got: “Armanca Tirkiye ewe ku sinorên xwe yên coxrafî berfireh bike. Xaka Kurdistanê jî xakek dewlemend û berfirehe. Tirkiye çav berdayê û dixwaze xêr û bêra wê bidest bixe. Dixwaze bi behaneya PKK’ê xwe bigihîne sinorên di dema Osmaniyan de.”

Cuma Mistefa

Di dewamê de Cuma Mustefa da zanîn hin aliyên siyasî hene armanca wan ne nîştimanperweriye, tenê dixwazin li ser desthilatê bimînin. Cuma got: “Ji bo mana li ser desthilatê ev hêz hemû tiştî dikin û destê xwe jî didin destê dijminan. Xiyanet û sîxûrtiyê li Kurdên parçên din ên Kurdistanê dikin. Li vêderê her kesek parastinê li siyaseta dewleta Tirk bike, wê di siberojê de bixwe bibe qurbanî. Lê niha xak bûye qurbanî ne ew hêza ku bûye dost û hevkarê dewleta Tirk.”

(kş)

 

Nûçeya berê

Ji ber qalîteya xirab a benzînê wesayîtên welatiyan tev xirab dibin

Nûçeya pişt re

Diyar Xerîb pêşengê têkoşîna netewî û şehîdê bi destê xiyanetê ye

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

‘Hikumet li şûna xizmetê bike, Silêmanî dorpêç dike’

‘Hikumet li şûna xizmetê bike, Silêmanî dorpêç dike’

Gelawêj 15, 2022
KNK: Êrişa dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye

KNK’ê bi boneya 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand

Gelawêj 15, 2022

Nûnertiya PYD’ê: Dijî êriş û dagirkeriya Tirk rabin

MXDŞ: Wê Pêngava 15’ê Tebaxê hertim di nava me de geş bibe

‘Di dema girtina terorîstan de welatiyek jiyana xwe ji dest da’

Ji bo Mam Zekî nedin ji bîrkirin, navê zarokên xwe dikin ‘Zekî’

Nûçeya pişt re
Diyar Xerîb pêşengê têkoşîna netewî û şehîdê bi destê xiyanetê ye

Diyar Xerîb pêşengê têkoşîna netewî û şehîdê bi destê xiyanetê ye

Yên Li Pêş

Ji bo Mam Zekî nedin ji bîrkirin, navê zarokên xwe dikin ‘Zekî’

Ji bo Mam Zekî nedin ji bîrkirin, navê zarokên xwe dikin ‘Zekî’

Gelawêj 15, 2022

BÊRÎVAN ŞENGALÎ-EMÎRA SIMOQÎ-ROJNEWS Li Şengalê gelek malbat navê Mam Zekî li zarokên xwe kirine û her roja diçe navê zarokên...

Şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi merasîmek leşkerî Şehîdên meha Tebaxê bibîranîn

Şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi merasîmek leşkerî Şehîdên meha Tebaxê bibîranîn

Gelawêj 14, 2022

HÊJAR AVESTA/ROJNEWS Bi boneya 8’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û şehîdên meha Tebaxê, şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û...

Komkujiya hatî nixûmandin: Kendekol

Komkujiya hatî nixûmandin: Kendekol

Gelawêj 14, 2022

Piştî salên 1980’an dewleta Tirk a dagirker bi sedan komkujî li dijî gelê Kurd pêkaniye. Yek ji wan komkujiyan jî...

Bi merasîmekê Wedat Hisên hate bîranîn

Bi merasîmekê Wedat Hisên hate bîranîn

Gelawêj 14, 2022

Li Silêmaniyê Rojnameger Wedat Hisên bi merasîmekê hate bîranîn. Di 6’emîn salvegera qetilkirina nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên de daxwaz...

YJŞ’ê fermandarên YPJ’ê bibîr anî: Tolhildana hevrêyên me erka meye

Êzidî bûne hêzek û hesabê fermanan dixwazin

Gelawêj 14, 2022

Civaka Êzidî îro cangoriyên komkujiya 2007’an a li Tilizêr, Sîba û gundê Izêr bibîr tîne. Ji hemû beşên civakê Êzidî...

Agirê ku timî geş dibe: 15’ê Tebaxê

Agirê ku timî geş dibe: 15’ê Tebaxê

Gelawêj 15, 2022

Ji berî 38 salan PKK’ê bi teqandina guleya yekem di dîrokê de rûpelek nû vekir û li gel têkdana xewna...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist