Hevdîtinên ji bo hikûmeta nû wê hefteya bê destpê bike

Wê hefteya pêş me hevdîtinên ji bo hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê destpê bike. Di vê çarçoveyê de wê namzetê serokwezîrê hikûmetê Mesrûr Barzanî li Silêmanî serdana YNK’ê û Tevgera Goran bike.


Wê hefteya bê namzetê PDK’ê yê serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta herêmê serdana Silêmanî  bike.  Barzanî wê di vê çarçoveyê de serdana Yekîtî Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran bike.

Piştî ku Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) di 3’ê Kanûnê de Mesrûr Barzanî wekî namzetê Serokê Hikûmeta Herêmê nîşan da, endamên şandeya danûstandinên ji bo kabîneya nû jî hatin diyarkirin. Li gorî agahiyên ku bi destê me ketiye, wê şandeyek bi serokatiya Mesrûr Barzanî serdana Silêmanî bike. Têgotin ku wê serdana Barzanî roja duşemê pêk were.

Barzanî wê li Silêmanî serdana YNK û Tevgera Goran bike.

Şandeya hevdîtinan a dibin serokatiya Barzanî de ji van kesan pêk tê; “Azad Berwarî, Hoşyar Zêbarî, Cehfer Êminkî, Mehmud Mihemed, Hêmin Hewramî û Firset Sofî” .

Di 18’ê meha Mijdarê de jî şandeya PDK’ê serdana Silêmanî kir, civîn li gel YNK’ê û Tevgera Goran kirin. Mijara civînan li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bû.  Ev serdana şanda PDK’ê heftiya bê wê serdana duwem be ji bo Silêmanî.

(şk)