Hevdîtinên şanda HDP-KCD ên Hewlêr-Silêmanî temam bûn

Şanda HDP-KCD’ê ku piştî Hewlêrê serdana Silêmanî kiribûn û ev du roj bûn li Silêmanî hevdîtinên xwe berdewam dikirin, piştî serdana Tevgera Nifşê Nû hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Kurdistanê temam bûn.


Hevdîtinên şanda HDP-KCD ên ku ev 4 roj bûn li Herêma Kurdistanê berdewam dikirin, bi dawî bûn. Şande îro li Silêmanî bi YNK’ê Tevgera Goran û Tevgera Nifşê Nû re hevdîtinên xwe pêkanîn. Bi vî awayî hevdîtinên ku du roj bûn li Silêmanî berdewam dikirin temam bûn.

Şandeya dibin serokatiya hevserokên HDP’ê Sezaî Temellî û hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk de, di çarçoveya rêze hevdîtinên xwe yên li Silêmanî de herî dawî serdana Baregeha Tevgera Nifşê Nû ya li Silêmanî kirin.

Şande ji aliyê Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasuwar Ebdulwehîd, Serokê Koma Nifşê Nû li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Kazim Faruq û parlementer Mujde Mehmud ve hatin pêşwazîkirin. Civîna di navbera herdu aliyan de ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.

Piştî hevdîtina li gel Tevgera Nifşê Nû rêzehevdîtin temam bûn û şandeya HDP-KCD’ê berê xwe dan Hewlêrê.

Şandeya HDP-KCD’ê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên ku ev çar roj bûn li Herêma Kurdistanê berdewam dikirin de, li Hewlêrê li gel Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, partiya Yekgirtû, Komela Îslamî, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê civiyabû. Li Silêmanî jî di nava dur rojan de li gel Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih, Tevgera Azadî, YNK, Tevgera Goran, Tevgera Nifşê Nû û rewşenbîran hevdîtin pêkanîn.

Di dema serdanên çar rojan de gelek mijarên giring ên wekî, yekîtiya netewî, qeyûm, êrîşên dagirkeriyê, dorpêça li ser wergeha penaberan a Mexmûrê û gelek mijarên din hatin axaftin. Şandeyê diyar kir ku hevdîtinên wan li gel hemû aliyan gelek erênî derbas bûne.

(şk)