Parlamenterê Iraqê Heyder Selamî ragihand ku Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê komîsyonek hevbeş ji bo şopandina dosyeya destdirêjiya ji derve ya li ser xaka Iraqê avakirine û got: “Karê vê komîsyonê ewe ku li ser êrişên Tirkiyeyê û Îranê raporekê amade bike.”
Parlamenterê Iraqê Heyder Selamî ji medyaya Iraqê re diyar kir ku Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê komîsyonek hevbeş ji bo şopandina dosyeya destdirêjiya ji derve ya li ser xaka Iraqê avakirin û got: “Karê vê komîsyona hevbeş ewe ku raporekê li ser êrişên dewleta Tirkiye û Îranê yên li ser xaka Iraqê amade bike.”
Hêjayî gotinê ye ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê hate niha gelek kes şehîd û birîndar bûne. Êrişên her du aliyan bûye sedama fikar û bertekên welatî û aliyên siyasî.
(fk)