Hêzên Îranê 11 kesên ji Herêma Kurdistanê girtin

Li zozanên herêma Hacî  Omeran Supay Pasdarên Îranê derbasî xaka Herêma Kurdistanê bûn û 11 kesên ji Herêma Kurdistanê girtin û dest danîn li ser 400 pezê wan.


Li zozanên herêma Hacî  Omeran a Çoman a ser bi Hewlêrê Supay Pasdarên Îranê îro danê sibehê sînor derbas kirin û 11 kes girtin. Herwiha 400 pezê wan jî desteser kirin.

Rêveberê bajaroka Hacî Omeran Ferzeng Ehmed ji Rojnews'ê re eşkere kir ku di serî de pezê wan revandine û piştî ku welatî çûn pezê xwe bînin, 11 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin.  Ehmed diyar kir ku kesên hatine girtin hîn nehatine berdan.

Ehmed eşkere kir ku hewl didin ku bi riya hêzên parêzvanên sînor ên Iraqê re bidin berdan.

Hêjayî gotinê ye ku kesên hatine girtin xelkê bajaroka Herîr a ser bi Şeqlawa ye. Salene ji bo çêrandina sewalên xwe berê xwe didin zozanên Balekayetî.

(ab)