Bi armanca paqijkirina şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên di navbera navçeya Xurmato û bajaroka Kifrî yên Germiyanê, bi tevlibûna hejmarek ji hêzên pêşmerge û Iraqê operasyonek hat lidarxistin.
Di saetên sibehê de bi tevlibûna çend lîwayek yên hêzên pêşmerge, hêza dije teror, û hêzên asayîşa Germiyanê li gel lîwaya 152 ya artêşa Iraqê di navbera bajaroka Kifrî û Xurmatoyê de operasyonek paqijkirinê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat destpêkirin.
Derbarê operasyonê de Cîgirê Berpirsê Lîwaya 144 a Pêşmerge Mihemed Çewrî ji Rojnews re axivî û diyarkir, “Operasyon bi awayek hevbeş bi tevlîbûna hêzên Kurdî û Iraqê pêkhat. Operasyon li wan cihên ku çend salin di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de mane û çeteyên DAIŞ’ê wan deveran tevdigerin, pêkhat.”
Derbarê encama operasyonê de Mihemed Çewrî got, “Bombeyek bi wesayîta min de teqiya, bombeyek jî bi wesayîta hêzên pêşmerge de teqiya. Di encamê de du pêşmerge birîndar bûn. Sê bombeyên DAIŞ’ê hatin teqandin û dest bi ser hin kelûpelên terorîstên DAIŞ’ê de hat girtin.”
Ev operasyon piştî wê yekê tê ku di van demên dawî de çeteyên DAIŞ’ê tevgera xwe ya li wê deverê zêde kiriye. Di nava mehekê de çeteyan du şivan ji sinorê bajaroka Zinane revandin û piştre bi pere hatin berdan.
(kş)