Hikûmeta Herêmê: Alozî wê tenê bi Sûrî re sînordar nemîne

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wî Qubad Talabanî civiya. Hikûmeta Herêmê eşkere kir ku wê aloziya li Sûrî tenê bi Sûrî re sînordar nemîne û tesîreke neyînî li Herêma Kurdistanê jî bike.


ROJNEWS / HEWLÊR

Îro Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talabanî kom bû. Di civîna Desteya Wezîran de geşedanên li Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin destgirtin.

Encama civînê bi daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û wiha hate gotin, “Ev aloziya ku li Sûriyê rû dide, wê tenê aramiya Sûriyê têk bide, wê bandoreke neyînî li derveyî Sûriyê jî bike.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir eger êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomin, wê pêleke koçberiyê berbi Herêma Kurdistanê ve destpê bike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Civaka Navnetewî jî daxwaz kir ku di vê mijarê de bikeve tevgerê.

Têkildarî geşedanên li Iraqê jî hate gotin, ew piştgirî didin projeyên çareseriyê yên Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji bo daxwazên xwepêşanderan eşkere kiriye.

(bz)