Hîn koçberên li Xaneqînê venegeriyane li ser warên xwe

Tevî ku ev 4 salin herêmên Parêzgeha Diyala ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin jî, lê hîn gelek koçberên li Xaneqînê ne venegeriyane li ser cih û warên xwe û li wargehan dijîn. Koçberan eşkere kirin ku mijara koçberbûnê bûye mijarekî siyasî û ji bo vegerê derfet nehatine afirandin.


Di sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî herêmên parêzgeha Diyale kirin û dagir kirin. Bajarokên Gulale û Sediye yên ser bi Xaneqînê hatin dagirkirin. Piştre di haman salê de ji aliyê hêzên pêşmerge û hêzên Iraqê ve ew herêm hatin rizgarkirin.

Dema ku çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de êrîşî herêmên parêzgeha Diyale kirin, gelek welatî koçî herêm navçeya Xaneqînê bûn û li wargehan bi cih bûn. Piştre li herêma Xaneqînê du wargehe ji wan re hatin vekirin. Nêzî hezar malbatên ji herêmên cuda yên Diyale lê hatine bi cih kirin. Tevî ku ev demek dirêje ew herêm hatine rizgarkirin jî hîn koçber venegeriyane li ser cih û warên xwe.

Rêveberê Rêxistina Koç û Koçberan a Xaneqînê Elî Xazî eşkere kir ku ji derveyî wan hezar malbatên li wargehan nêzîkî 10 hezar malbatên din li gund û taxên cuda yên Xaneqînê nîştecih bûne û got ku timî alîkariyê pêşkêşî koçberan dikin.

Elî Xazî bal kişand li ser sedema venegera koçberan û diyar kir ku mijara koçberan bûye mijarekî siyasî û ji bo tawîzan bi kar tînin û got; "Ji bo hiştina koçberan a li Xaneqînê ti sedemek nîne. Ji ber ku herêmên Diyala ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin. Lê, hate niha koçber venegeriyane."

Rêveberê Rêxistina Koç û Koçberan a Xaneqînê Elî Xazî wiha domand; "Ji ber ku di warê ewlehiyê de bawerî ji bo koçberan nayê dayîn, dîsan gelek xaniyên wan wêran bûne û nehatine çêkirin û ji aliyê aliyên peywendîdar ve hewldanên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan koçber nehatine kirin, hîn venegeriyane."

Yek ji koçberên ji wargehên li Xaneqînê Îsam Elwan ku ji bajarokê Sediye koçber bûye, hêvî kir ku di demekî zû de vegerin û têkildarî sedema nevegerê jî wiha got; "Gelek xanî û malên me wêran bûne. Herwiha niha li herêma me kar nîne. Qet nebe em niha dikarin li Xaneqînê hefteyê çend rojan ji bo debara xwe kar bikin. "

Koçberê bi navê Ebas Munhim ê ji gundê Benî Weyis ê bajarokê Sedeiye eşkere kir ku hata niha navê wan ji bo vegerê derneketiye û got; "Em hatine paşguhxistin û heta niha cihên ku wêranbûne nehatine avakirin."

(ab)