Perwîn Ezîz yek ji wan 77 kesayetên ku di dema derbasbûyî de ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsta terorê name ji serokên Brîtanya, Firansa û Amerîkayê re şandibû. Perwîn da zanîn zilmek mezin li Kurdan hatiye kirin û ev welat ji vê yekê berpirsin. Her wiha diyarkir nameyên wan gihiştine serokatiyên her sê welatan û wê bixin di nava karê xwe yê dîplomasî de.
Di dema derbasbûyî de 77 kesayetên ji Başûrê Kurdistanê nameyek ji Serokwezîrên Fransa, Brîtanya û Emerîkayê re şandin û xwestin PKK ji lîsteya “rêxistina terorê” were derxistin.
Aktivîsta Civaka Sivîl Perwîn Ezîz ku yek ji wan 77 kesayetan bû, di derbarê encama şandina nameyê de û hewildanên wan ên ji bo heman mijarê ji Rojnews’ê re axivî.

Perwîn Ezîz da zanîn nameya ku wan şandî nameyek aştîxwazane ye ku serokên her sê welatan di beramberî zilma ku li Rêber Ocalan, PKK’ê û gelê Kurd tê kirin dixe bin berpirsyartiyan. Perwîn da diyarkir di heman demê de şandina wê nameyê hewildanek dîplomasiye ji bo azadiya Rêber Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsta terorê.
Di dewamê de Perwîn Ezîz got; “Hiştina navê PKK’ê di nava lîsta rêxistinên terorê de, dijminahîkirina tevayî gelê Kurde ku ji aliyê welatên sermayedar ve tê kirin. Dema ku di şerê terorê de pêwîstiya wan bi Kurdan çêdibin, pesnê hêzên Kurdî didin, lê dema ku mijar dibe berjewendî hêzên Kurdî di nava lîsta terorê de dihêlin. Ji bona wê em wan dixin ber lêpirsîn û berpirsyartiyan.”
Di derbarê encama nameyê de Perwîn Ezîz da zanîn wan bi fermî bersiv wergirtine, nameya wan gihiştiye serokatiya her sê welatan û wê bixin di nava karê xwe yê dîplomasî de. Perwîn got; “Em ê tenê bi şandina vê nameyê ranewestin. Em ê ji bo azadiya Rêber Ocalan û derxistina navê PKK’ê ji lîsta terorê hewildanên xwe berdewam bikin.”
(kş)