کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Tirmeh 3, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Hîwa: Derketina PKK’ê ji lîsteya ‘Terorê’ wê derî ji çareseriya pirsgirêka Kurd re veke

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
13/01/2022 - 8:30:16 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê Zagros Hîwa diyar kir derketina PKK’ê ji lîsteya ‘Terorê’ wê peymana Lozanê ya dijî Kurdan hilweşîne û got: “Gelên cîhanê PKK’ê terorîst nabînin. Lê divê were zanîn PKK ancax bi têkoşîn û xebatê ji lîsteyê derkeve. Derketina PKK’ê ji lîsteyê wê derî bo çareseriya pirsgirêka Kurd veke û peymana Lozanê ya dijî Kurdan jî hilweşîne.”

Însiyatîfa Navnetewî ya Edalet ji bo Kurdan bi pêşengiya 1000 kesayetên cîhanî kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ragihandiye. Armanc jî 4 milyon îmzeye. Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê Zagros Hîwa jî li ser girîngiya derketina PKK’ê ji lîsteya terorê û encamên ku li gel xwe bîne ji ajansa me re axivî.

Zagros Hîwa diyar kir sê armancên sereke yên xistina PKK’ê nava lîsteya ‘terorê’ heye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Sê sedemên xistina PKK’ê nava lîsteya ‘terorê’ hene. Ev jî îdeolojîk, siyasî û aboriye. Çima? Ji ber PKK azadiya mirov dixwaze, parêzeriya azadiya jin dike, girîngî bi jîngeh dide. Ew dewlet û sîstemên ku mirov kole dikin, jin kole dikin û jîngehê wêran dikin, PKK’ê weke terorîst nîşan didin.”

PKK li dijî peymana Lozanê rabû

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê Zagros Hîwa diyar kir piştî peymana Lozanê ti cihek ji Kurdan re ne hatibû hiştin û got: “Piştî şerê cîhanê yê yekemîn sîstemeke siyasî ya nû ji bo Rojhilata Navîn hate danîn. Di sîstema ku bi peymana Lozanê hatibû danîn de cih ji Kurdan re ne hatibû hiştin. Kurd piştî vêya li herêmê hate înkarkirin. Li gorî vê sîstemê Kurd nîne. Lê eger rêxistinek derkeve û bêje Kurd heye, ew rêxistin terorîst e! Nêzîkatiya sîstema sermayedarî ya li dijî Kurd beriya her tiştî nêzîkatiyeke îdeolojîk e. Ya yekemîn înkara neteweya te û nasnameya te ya netewî dike. Înkara mirovbûna te dike, azadiya jin înkar dike û dixwaze jîngeha te têk bide û talan bike. Ji ber vê beriya her tiştî nêzîkatiyeke îdeolojîk e.”

Li gorî xala 5’an a NATO’yê PKK weke metirsî didin nîşan

Zagros Hîwa dazanîn ji ber Tirkiye endamê NATO’yê ye lewma PKK’ê weke rêxistineke terorîst tê dîtin û wiha dirêje bi axaftina xwe dide: “Ji ber Tirkiye hem endamê NATO’yê ye, hem jî weke welateke Yekîtiya Ewropa tê dîtin, lewma pêşengên modernîteya kapîtalîst PKK’ê weke terorîst dibînin. Her wisa Tirkiye endamê NATO’yê ye. lewma li gorî xala 5’an a NATO’yê her rêxistinek li dijî Tirkiye metirsîdarbe, di heman demê de weke metirsî li ser NATO’yê jî tê qebûlkirin.”

Di lîsteya terorê de hiştin, timî sedemeke şer çêdike

Weke sedema aborî jî Zagros Hîwa diyar kir şer û aloziya li herêmê di berjewendiya hêzên sermayedar yên cîhanî de ye û wiha pêde çû: “Welatên pêşengên modernîteya sermayedariyê ti carî girîngî bi mafê mirov, azadî û demokrasiyê nadin. Ya ji bo wan girîng hatina pere û bihêzkirina çavkaniyên xwe yên darayiye. Her wiha hemû hewldanên wan ewe dewlemendiyên ser erd û bin erd ên Rojhilata Navîn bê beramber ji bo xwe bibin. Ji ber vêya eger PKK di lîsteya terorê de be, sedemeke timî ya ji bo şer û aloziyê li herêmê çêdibe. Şer û nakokî çiqas zêdebin ew ewqas jî çek difiroşin. Di vir de berjewendiyên aborî û siyasî hene.”

Ji bo PKK’ê bixin lîsteya terorê serokwezîrê Siwêdê kuştin

Zagros Hîwa daxuyakirin ji ber van sedemên ku li jorê destnîşankiriye, ji bo PKK bixin lîsteyê jî neçarbûn hinek hincetan jêre peyda bikin û îşaret bi van xalan kir: “Yên PKK’ê xistin lîsteya terorê, bixwe jî dizanin ev derewe û PKK jî terorîst nîne. Ji ber vêya neçarbûn derewek û plangeriyek bikin. Çi kirin? Çûn serokwezîrê Siwêdê Olof Palme kuştin û avêtin ser PKK’ê. Piştî wê gotin, “PKK terorîst e”! Serokwezîr ji aliyê gladyoya NATO’yê ve hate kuştin. Bi vî awayî bahaneyek çêkirin, ji bo PKK’ê bixin lîsteya terorê. Piştî 20 salan bixwe gotin, tiştek wisa nîne. Lê carek PKK xistine lîsteya terorê! Ji bo têkoşîna gelan a ji bo maf û edaletê bitepisînin neçarin rewatî bi pêkanînên xwe bidin. Ketina lîsteya terorê jî bi vî awayîbû. Berê jî dema hinek daxwaza azadiyê dikirin û mafên jinan diparastin ji wan re digotin, “Komînîstin”.

PKK di wijdana gelan de ti carî weke terorîst ne hatiye dîtin

Endamê Komîteya Peywendiyan ya KCK’ê Zagros Hîwa diyar kir PKK ji aliyê gelên cîhanê ve weke terorîst nayê dîtin û got: “PKK navnîşana têkoşîneke azadîxwaziyêye ji bo gelan, jinan, ciwanan û hemû mirovahiyê. Her wiha PKK di wijdana gelan de ti carî terorîst nîne. Ti gelek cîhanê PKK’ê terorîst nabîne.”

Gelê Amerîka ji PKK’ê hez dike, lê çima rêveberiya Amerîkayê PKK’ê ‘terorîst’ dibîne?

Li ser helwesta Amerîka ya derbarê PKK’ê de jî Zagros Hîwa çend pirs arasteyê rêveberiya Amerîkayê dike û dibêje; “Niha Amerîka dibêje, PKK terorîste, lê heya niha jî PKK ne metirsiyekî ji bo leşkerekî Amerîkayê çêkiriye ne jî ji bo welatiyekî wan. Lê, çima PKK weke terorîst dibîne? Talîban ewqas leşkerên Amerîka kuştiye, lê tevî vê yekê jî  li gel Talîban rûnişt! Bi hemû çek û tişt Afganîstanê teslîmê Talîban kir. Çima, ji ber berjewendiyê Amerîka vêya dixwaze! Ancax berovajiyê dewleta Amerîkayê, keyfa gelê Amerîkayê ji PKK’ê re tê.”

Endamê NATO’yê piştgiriya DAIŞ’ê dike, lê PKK’ê ‘terorîst’ dibînin!

Li ser têkoşîna PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê û bê dadiya li hember tê kirin jî Zagros Hîwa di dewama axaftina xwede wiha got: “dixwazim vêya bi pirsim; Rêxistina herî mezin a terorîst ne DAIŞ bû? Kîjan rêxistin qurbaniyên herî zêde di şerê dijî DAIŞ’ê de da? Zêdeyî 6 hezar gerîlayên PKK’ê li Iraq û Sûriye, li Başûr û Rojava di şerê dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe fedakirin. Ti dewletek, hêzek anjî rêxistinek biqasî PKK’ê li dijî DAIŞ’ê şer nekiriye. Lê Tirkiye rê ji DAIŞ’ê re vekir û 40 hezar DAIŞ’î û Nusrayî di welatê xwere derbasê Iraq û Sûrî kir. Lê balkêşe ku Tirkiye hevpeymanê stratejîk ê wane! Ev siyaseta wan a du rû dide nîşan. Tirkiye endamê NATO’yê ye û PKK’ê weke rêxistineke terorîst dide nîşan, lê heman Tirkiye piştevanê herî mezin ê DAIŞ’ê ye.”

Eger PKK legal bibe, wê Peymana Lozanê hilweşe

Li ser pirsa eger PKK legal bibe û ji lîsteyên qedexeyan derkeve, wê ji bo Kurdan çi bîne jî Zagros Hîwa wiha got: “Dizanin eger PKK legal bibe û bi awayeke asayî xebat bike, wê peymana Lozanê têk biçe. Lewma dibêjin, PKK terorîst e. Ev zirereke zêde daye Kurd. Ne tenê zirer daye Bakurê Kurdistanê, zirer daye 4 beşên Kurdistanê û heta Kurdên derveyî welat jî. Zererên siyasî, aborî, civakî, çandî daye Kurdan. Ev biryareke stratejîk e. Xistina lîsteyê erêkirina komkujiyeke li dijî gelê Kurd. Ew dizanin PKK parêzerê hebûn azadiya Kurdan e. Ji bo Kurd li gorî peymana Lozanê hebûn û azadiya xwe bidest nexe, divê PKK di lîsteya terorê de bimîne.”

Her rêxistineke Kurd PKK’ê weke ‘terorîst’ bibîne xiyanetê dike

Li ser helwesta rêxistinên Kurd ya derbarê qedexeya li ser PKK’ê jî Zagros Hîwa wiha axivî: “Em nikarin bêjin, hemû rêxistinên Kurd alîgirin PKK di lîsteya terorê de bimîne, lê hinek rêxistinên Kurd bi vêya kêşfxweşin û bixwe jî tînin ziman. Ev xiyaneteke li beramber gelê Kurd. Her rêxistineke Kurd bêje, PKK terorîste ew rêxistin xiyanetê li gelê Kur dike. Ji ber PKK pêşengê têkoşîna hebûn azadiya Kurd e. Lewma divê ti hizbeke Kurd ji PKK’ê re nebêje ‘terorîst’ û ev bibe prensîbek di nava hêzên Kurd de.”

Eger PKK ji lîsteyê derkeve wê deriyê çareseriyê vebe

Li ser pirsa encamên derketina PKK’ê ji lîsteya terorê jî Zagros Hîwa balêkişand ser van çend xalên girîng: “Derketina PKK’ê ji lîsteya terorê tê wê wateyê ku deriyê çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd vebe. Her wiha derî ji bo jiyaneke azad û demokratîk ji bo gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê jî vedike. Derketina PKK’ê ji lîsteya terorê tê wê wateyê ku ew hemû êş û azarên ku Kurd li her derê dijîn, bi dawî bibe. Tê wateya dawî hatina koçberiya ji welat, dagirkeriya Tirk û komkujiyên li ser Kurdên çar parçeyên Kurdistanê.”

Azadiya Rêber Apo û derketina PKK’ê ji lîsteya terorê bihev ve girêdayiye

Têkildarî bandora têkoşîna derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ya li ser azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan jî  wiha axivî: “Rêber Apo damezrînerê PKK’ê ye û hîmê wê daniye. Ji ber vê xebatên derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ji xebatên ji bo azadiya Rêber Apo qut nîne. Çiqas xebat ji bo azadiya Rêber Apo bê meşandin, ewqas jî derfetê derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê çêdibe. Ji ber vê PKK bi ricayan ji lîsteyê dernakeve, ancax bi têkoşîn û xebateke xurt ji lîsteyê derkeve.”

(bz)

Nûçeya berê

‘Sakîne û hevrêyên xwe pêşengiya şoreşek exlaqî dikirin’

Nûçeya pişt re

Sê roj in fermandarekî Zêrevanî ji aliyê Parastinê ve hatiye girtin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

PJAK: Çarenûsa Kurdistanê bi serketina gerîla û yekîtiya gel ve girêdaye

PJAK: Çarenûsa Kurdistanê bi serketina gerîla û yekîtiya gel ve girêdaye

Tirmeh 3, 2022
Ji Bazên Zagrosê çalakiya bi bandor: 13 leşker hatin kuştin

HPG: Di çalakiyên gerîla de 23 dagirker hatin cezakirin

Tirmeh 3, 2022

Balafirên şer gundek Amêdiyê bombebaran kir

Dîmenê çalakiya li dijî baregeha Sîrê hate weşandin

Li Kerkûkê 77 çete û sucdar hatin girtin

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Nûçeya pişt re
Sê roj in fermandarekî Zêrevanî ji aliyê Parastinê ve hatiye girtin

Sê roj in fermandarekî Zêrevanî ji aliyê Parastinê ve hatiye girtin

Yên Li Pêş

Kakabaveh: Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike

Kakabaveh: Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike

Tirmeh 3, 2022

Parlamentera Kurd a serbixwe ya Swêdê, Amîneh Kakabaveh diyar kir ku çek dayîna Tirkiyeyê li dijî mirovahiyê ye û got:...

Gerîlayan li Baregeha Sîrê ya Şêladizê xistin

Gerîlayan li Baregeha Sîrê ya Şêladizê xistin

Tirmeh 2, 2022

Gerîlayan bi çekên giran li baregeha artêşa Tirk a Sîrê ya li Şêladizê xistin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî...

Leşkerek Tirk li Mêrgesor xeniqî

Leşkerek Tirk li Mêrgesor xeniqî

Tirmeh 2, 2022

Leşkerek Tirk ê dagirker di robarê Hezîr ê ser bi bajaroka Mêrgesor a girêdayî Hewlêrê de xeniqî. Li gorî zanyariyên...

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

Tirmeh 3, 2022

QSD’ê ragihand ku di 2’yê Tîrmehê de di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya...

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî banga helwestê ji civaka navneteweyî kirin

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî banga helwestê ji civaka navneteweyî kirin

Tirmeh 3, 2022

Akatîvîstên Hewlêrê daxwaz kirin ku li dijî bikaranîna van çekan civaka navneteweyî, Emerîka û Ewropa helwestek tûnd nîşan bidin û...

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Tirmeh 3, 2022

Li Silêmaniyê ji ber sîstema boriya gazê di kafiteryayekê de teqîn çêbû. Di encamê de 2 karmendên kafiteryayê birîndar bûn....

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist