کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Pênçşem, Rêşemî 2, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

HPG: 4 dagirker hatine cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
01/10/2022 - 2:44:07 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
Gerîla derb li dagirkerên xwestin bikevin hundirê tunelên şer xistin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 4 leşkerên dagirker ên dewleta Tirk hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. PDK jî ji bo dewleta Tirk a dagirker rê û çeperan çêdike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker a bi bombe û çekên kîmyewî, ku li qada navneteweyî qedexe ne, li dijî mirovahiyê û qanûnên şer, berdewam dike. Artêşa Tirk a dagirker ku bi derfetên teknîkî yên herî pêşketî yên NATO’yê hewl dide vî şerî bidomîne, nikare ruhê fedayî ya Apoyî û berxwedana hêzên me bişkîne, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi tundî zêdetir bi kar tîne.Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tevî van hemû êrişan jî bi pratîkkirina gerîlatiya modernîteya demokratîk, bi hêza lêxistin û ruhê êrişê derbên giran li artêşa Tirk dixin.

Di encama çalakiyên hêzên me de; 4 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek bi giranî birîndar bû. Di heman demê de derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê; 19 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyawî, 7 caran bi balafirên şer, 36 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kiriye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û êrişan ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

Di 29’ê Îlonê saetên sibehê de, dagirkerên ku xwestin bikevin çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemço, bi taktîkeke sabotajê hatin derbkirin.

Di 29’ê Îlonê de dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn a li Qada Berxwedanê ya Çemço ketibûn tevgerê, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîkên sabotajê hatin derbkirin.

30’ê Îlonê di saetên nîvro de dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê ketibûn nava tevgerê, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin kontrolkirin û bi taktîkên sabotajê hatin hedef girtin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Avaşînê;

Di 29’ê Îlonê de tîmên me yên bi tevger, yekîneya dijmin a li qada Berxwedanê ya Şehîd Zêrîn a Şûkê xistibûn bin kontrola xwe û saet di 16.00’an de ji nêz ve bi çekên ferdî çalakiyeke bi bandor li dar xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî bi giranî birîndar bû. Bi awayek hemwext tîmên me yên bi tevger, dagirkerên ku dora cihê çalakiyê bûn kirin hedef û derb kirin.Piştî derbeyên bi bandor ên hêzên me, dagirker neçar man cihên xwe berdin û birevin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûre ya Şehîd Savaş Mereş de;

Helîkoptera Skorsky ya 30’ê Îlonê bi şev xwest li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dakeve, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate hedefgirtin. Piştî derbên bi bandor ên hêzên me, helîkoptera Skorsky ya ku lê hate xistin, beriya ku dakeve, neçar ma ji qadê derkeve.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe, çekên kîmyewî û gaza bîberê;

Di 30’ê Îlonê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, çeperên şer ên Şehîd Xursî yên li Qada Berxwedanê ya Saca, çeperên şer ên Şehîd Agir û Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîda, çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên li Qada Berxwedanê ya Çemço, 14 caran bi bombeyên qedexe, çekên kîmyewî, gazên bîberê hatin bombekirin.

Di 30’ê Îlonê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê 5 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî yên tund hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Di 30’ê Îlonê de qada Girê Çarçel a Metîna, herêma Goşînê ya Xakurkê û Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Hawar û Çemço 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 30’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Saca, Şikefta Birîndara, Karker, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê 36 caran ji aliyê helîkopterên êrişê ve hatin bombekirin.

Di 30’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Çemço bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Di 30’ê Îlonê de li ser Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê balafirên bê mirov geriyan.

Artêşa Tirk a dagirker bi kepçeyan hewl da çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.

Êrişên Îranê

Di 30’ê Îlonê de qadên Girê Berbizinê û Goşînê yên Xakurkê ji aliyê hêzên Îranê bi obus û hawanan hate bombekirin.

PDK ji bo dewleta Tirk rê û çeperan çêdike

Li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya girêdayî Metînayê hêzên PDK’ê ji bo dewleta Tirk rê û çeperan çêdike. Piştî 30’ê Îlonê hêzên PDK’ê ji bo artêşa Tirk baregehan çêdike.”

Nûçeya berê

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê greva giştî destpê kir

Nûçeya pişt re

Zelenskî serlêdana ji bo endamtiya NATO’yê îmze kir

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Plana mezin a teqîna Sinûnê: Gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Plana mezin a teqîna Sinûnê: Gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Rêşemî 2, 2023
Viyan Soran di 17. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

Viyan Soran di 17. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

Rêşemî 2, 2023

Zarokên Germiyan: Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e

Piştî teqîna gazê ya li Silêmanî û Dihokê xwesteka li ser amêrên agirkujiyê zêde bûye

‘Şehîd Viyan di şert û mercên dijwar ên Başûrê Kurdistanê de dest bi têkoşînê kir’

Rêber Ocalan girtîgeh vegerand qada nivîsandina jiyana azad

Nûçeya pişt re
Zelenskî serlêdana ji bo endamtiya NATO’yê îmze kir

Zelenskî serlêdana ji bo endamtiya NATO’yê îmze kir

Yên Li Pêş

Li Silêmaniyê teqîn-NÛ BÛ

Rêşemî 1, 2023

Li taxa Raperîn a Silêmaniyê mayînek teqiya û kesekî jiyana xwe ji xwe ji dest da. Rêveberiya Giştî ya Karûbarên...

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Rêşemî 1, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 10’ê Kanûna 2022’yan de ji bo azadiya fîzîkî...

Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Rêşemî 1, 2023

Xweşewitandin yek ji wan diyardeyane ku jinên Kurd li cîhanê pê tên naskirin. Bîzîşkek jî li nexweşxaneya şewatê ya Silêmaniyê...

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Rêşemî 1, 2023

Hevrêyên şehîd Viyan Soran derbarê kesayeta wê de axivîn û gotin; “Hertim dixwest weke komîn xebat werin birêve birin. Şehîd...

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Rêşemî 1, 2023

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan ragihand ku di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44...

Endama Meclisa Xanesorê Nafiya: Xayîn têkçûn, Xweserî biser ket

Endama Meclisa Xanesorê Nafiya: Xayîn têkçûn, Xweserî biser ket

Rêşemî 1, 2023

Endama Meclisa Gel a Xanesorê Nefiya Mêşo diyar kir ku dijmin û xayîn li hemberî xelkê Şengalê tûkçûn û Rêveberiya...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist