کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Pênçşem, Rêşemî 2, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

HPG: 49 leşkerên dagirker hatin cezakirin, 17 çeper hatin îmha kirin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
28/11/2022 - 3:41:04 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
Ji HPG’ê bîlançoya 3 mehan: Hezar û 528 leşkerên Tirk hatin cezakirin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 49 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Her wiha hat ragihandin ku 17 çeper, 2 çekên A4, 1 çeka bombe avêt hatine îmha kirin û destdanîne li ser gelek çek û cebilxaneyên leşkeran.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ di derbarê çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî ya Metînayê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku hêzên me ji bo pîrozkirina 45. salvegera damezrandina PKK’ê û di şexsê endamê Fermandariya Eyaleta Metînayê Şehîd Nûrî Yekta de tolhildanan hemû şehîdên ku bi çekên kîmyawî hatî şehîdxistin li Girê Hekarî yê Metînayê çalakiyên şoreşgerane li darxistin.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Hêzên me ji bo pîrozkirina destpêkirina sala 45’an a partiya me PKK’ê û di şexsê endamê Fermandariya Eyaleta Metîna hevrêyê me Nûrî Yekta de ji bo hilanîna tola hevrêyên me yên bi çekên kîmyewî û qedexekirî şehîd bûne, li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya Metînayê operasyoneke şoreşgerî lidar xistin. Bi rêbazên êrîş, serdegirtin, sûîqest û çekên giran çalakî hate kirin. Tîmên me yên profesyonel bi gelek taktîkên gerîla, bi ruhê fedaî yê Apoyî bi ser dagirkeran ve çûn û çeperên dijmin fetih kirin.

Di encama çalakî û operasyonên şoreşgerî yên hêzên me de 49 dagirker tevî fermandarên wan hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de 17 çeper, 2 çekên A4, çekek bombeavêj, depoyeke erzaqan, 2 sîstemên kamera yên mobesse, 2 sîstemên sensorê yên bala xwe li ser liv û tevgerê ne, gelek çek û malzemeyên leşkerî bi temamî hatin îmhakirin. 4 çekên MPT-55, 4 dûrbînên çekên MPT-55, çekek bombeavêj, amûrek destnîşankirinê, çekek sekvaniyê ya taybet, dûrbîneke termal, telefonek, kasatûrayek ku navê Ogûzhan Alp li ser hebû û 3 çavkaniya hêzê hatin desteserkirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 4 caran bi bombeyên qedexekirî û 2 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kirin. 16 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran bi obus, hawan û çekên giran bombe kirin.”

Agahiyên berfireh ên li ser çalakî û êrîşan wiha ne:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

27’ê Mijdarê saet di 10.30’î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Dagirkerên ku piştre xwestin dest li qada çalakiyê werdin careke din bûn hedefa hêzên me. Di encamê de 2 dagirkerên din jî hatin cezakirin. Di vê çalakiyê de bi giştî 3 dagirker hatin cezakirin.

27’ê Mijdarê saet di 15:30’î de helîkopterên êrîşê yên xwestin bombeyan li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bibarînin, bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Piştî derbên hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.

27’ê Mijdarê saet di 17:30’î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a li Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger ji du baskan ve bi çekên giran li dagirkeran dan. 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

26’ê Mijdarê saet di 13:30’î de li hemberî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya li Girê Hakkarî operasyoneke şoreşgerî hate destpêkirin. Di çarçoveya operasyona şoreşgerî de ji sê baskan ve bi bombeyên destan û çekên nîv otomatîk li dagirkerên li ser Girê Şehîd Zemanî hate xistin. Hêzên me bi ruhekî bilind ê êrîşê bi ser dagirkeran ve çûn û 17 çeperên dijmin yek bi yek xistin, fetih kirin û dagirkerên tê de ceza kirin. Hêzên me Girê Şehîd Zemanî bi temamî kontrol kirin û li vê derê 2 çekên A4 ên dijmin desteser kirin, ev çek li dijî dagirkeran bi kar anîn û piştre bi temamî îmha kirin. Hêzên me çekên ferdî û cebilxaneya dagirkeran desteser kirin, li dijîd ijmin bi kar anîn û tevî çeperên dagirkeran depoya erzaqê ya dijmin bi temamî îmha kirin.

Ji fermandarên baskê êrîşê hevrêyê me Amed ê ku bi ruhê fedaî yê Apoyî bi ser dijmin ve çû, tevî ku birîndar bû, ji hevrêyên xwe xwest ku operasyonê dewam bikin û ew bi xwe jî bi birîndarî bi ser dijmin ve meşiya. Hevrêyên me Amed, Binevş û Baran ên pêşengî ji vê operasyona şoreşgerî re kirin û bi wêrekiyeke mezin şer kirin, heta nefesa xwe ya dawî bi fedaî şer kirin û şehîd bûn.

Hêzên me di heman demê de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Akîf û Girê Şehîd Viyan ji du baskan ve bi çekên giran û ferdî çalakî kirin. Herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin.

Di vê operasyona şoreşgerî de 42 dagirker tevî fermandarên xwe hatin cezakirin. Di heman demê de 17 çeper, 2 çekên A4, çekek bombeavêj, depoyeke erzaqê, 2 sîstemên kamera yên mobesse, gelek çek û malzemeyên leşkerî bi temamî hatin îmhakirin. 4 çekên MPT-55, 4 dûrbînên çekên MPT-55, çekek bombeavêj, amûreke destnîşankirinê, çekek sekvaniyê ya taybet, dûrbîneke termal, telefonek, kasatûrayek ku navê Ogûzhan Alp li ser bû û 3 çavkaniyên hêzê hatin desteserkirin.

Dagirkeran di dema operasyona şoreşgerî û piştî operasyonê de bi obus, hawan û balafirên şer bombardûmaneke giran li qadê kirin û xwestin pêşî li pêşveçûna hêzên me bigirin, lê nekarîn bikin.

26’ê Mijdarê saet di 07:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, 2 sîstemên sensor ên bala xwe li ser tevgerê ne, ku dagirkeran ji bo pêşî li serdegirtina hêzên me bigirin bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi profesyonelî hatin îmhakirin.

27’ê Mijdarê saet di 14:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

27’ê Mijdarê saet di 16:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

27’ê Mijdarê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkeran xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

26 û 27’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, çeperên şer ên li Girê Şehîd Çekdar 4 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

26’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, çeperên şer ên li Girê Şehîd Çekdar 2 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

27’ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Saca, Girê Cûdî û Girê Amediyê 16 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

26 û 27’ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Sîda, Çemço, Girê FM û Girê Amediyê bi obus, çekên giran û tankan bi dehan caran hatin bombekirin.”

Nûçeya berê

14 Hizbên Kurdî yên Kerkûkê: Li beramberî xelkê Kurd, binpêkirin tên kirin

Nûçeya pişt re

Gundên Til Temir û Şehbayê hatin topbarankirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Xwepêşandanên li hindir û piştgiriya derve ya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam e

Xwepêşandanên li hindir û piştgiriya derve ya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam e

Rêşemî 2, 2023
Li Dihokê ji ber temasa elektrîkê çar dikan şewitîn

Li Dihokê ji ber temasa elektrîkê çar dikan şewitîn

Rêşemî 2, 2023

Plana mezin a teqîna Sinûnê: Gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Viyan Soran di 17. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

Zarokên Germiyan: Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e

Piştî teqîna gazê ya li Silêmanî û Dihokê xwesteka li ser amêrên agirkujiyê zêde bûye

Nûçeya pişt re

Gundên Til Temir û Şehbayê hatin topbarankirin

Yên Li Pêş

Li Silêmaniyê teqîn-NÛ BÛ

Rêşemî 1, 2023

Li taxa Raperîn a Silêmaniyê mayînek teqiya û kesekî jiyana xwe ji xwe ji dest da. Rêveberiya Giştî ya Karûbarên...

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Rêşemî 1, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 10’ê Kanûna 2022’yan de ji bo azadiya fîzîkî...

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Rêşemî 1, 2023

Hevrêyên şehîd Viyan Soran derbarê kesayeta wê de axivîn û gotin; “Hertim dixwest weke komîn xebat werin birêve birin. Şehîd...

Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Rêşemî 1, 2023

Xweşewitandin yek ji wan diyardeyane ku jinên Kurd li cîhanê pê tên naskirin. Bîzîşkek jî li nexweşxaneya şewatê ya Silêmaniyê...

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Rêşemî 1, 2023

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan ragihand ku di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44...

Endama Meclisa Xanesorê Nafiya: Xayîn têkçûn, Xweserî biser ket

Endama Meclisa Xanesorê Nafiya: Xayîn têkçûn, Xweserî biser ket

Rêşemî 1, 2023

Endama Meclisa Gel a Xanesorê Nefiya Mêşo diyar kir ku dijmin û xayîn li hemberî xelkê Şengalê tûkçûn û Rêveberiya...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist