کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Şemî, Rêbendan 28, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

HPG: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
01/12/2022 - 3:04:12 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
HPG: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin û derb li konteynirekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên dijî dagirkeran de daxuyaniyek weşand. HPG’ê di daxuyaniya xwe de got; “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi şerekî fedaî derbên giran li artêşa Tirk a mêtinger dixin. Artêşa Tirk a faşîst ku bi rêya medya şerê taybet hewl dide xwe ji rewşa xitimandî rizgar bike, li pêşberî îradeya xurt a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û çalakiyên bi bandor, nekarî armancên xwe yên qirêj bi ser bixîne. Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de ku bi taktîkên dewlemend û afirînerî kirin, 5 dagirker hatin cezakirin, 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin û derb li konteynirekê hate xistin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên çalakiyan û êrişan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

30’ê Mijdarê saet di 08:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger ji sê baskan ve bi koordîneyî li dagirkeran xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê avêt ser dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Cesûr, bi çekên ferdî û bombeyên destan 5 dagirker ceza kirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk derb li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Sîpan xistin û 2 sîstemên kamera yên mobesse îmha kirin. Baskê sêyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan xistin.

Dewleta Tirk a mêtinger bi rêya medya xwe ya şerê taybet îdîa kir ku di vê çalakiyê de tenê yek ji wan hatiye kuştin û careke din rastî ji raya giştî veşart. Bi senaryoyên serketinê yên sexte bi rêbazên şerê taybet hewl dide ku derbên ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dixe veşêre. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî guh nede van propagandayên şerê qirêj.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

30’ê Mijdarê saet di 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de derb li konteynirekê hate xistin.

30’ê Mijdarê saet di 16:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

30’ê Mijdarê û 1’ê Kanûnê Qadên berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Şehîd Şahan bi helîkopterên êrîşê 6 caran hatin bombekirin.

29’ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Girê FM û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

Nûçeya berê

‘Xureka dîroka wê bi ser re derbasbûyî li penaberan hatiye belavkirin’

Nûçeya pişt re

Li 5 parêzgehên Iraqê 16 çete hatin girtin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Li Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Rêbendan 27, 2023
Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Rêbendan 27, 2023

Dijî binçavkirina hevserokê Tevgera Azadî wê çalakiyek were lidarxistin

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Li Silêmaniyê semînerek li ser dagirkerî û guhertinên li herêmê de hate dayîn

Dîsa êrişî qada gazê ya Kormorê hate kirin

Nûçeya pişt re
Li 5 parêzgehên Iraqê 16 çete hatin girtin

Li 5 parêzgehên Iraqê 16 çete hatin girtin

Yên Li Pêş

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Rêbendan 27, 2023

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Selam Ebdula bê ku sedemek were nîşandan, li Ranyayê hate binçavkirin. Tevgera Azadî ya Civaka...

Li Silêmaniyê semînerek li ser dagirkerî û guhertinên li herêmê de hate dayîn

Li Silêmaniyê semînerek li ser dagirkerî û guhertinên li herêmê de hate dayîn

Rêbendan 27, 2023

Li bajarê Silêmaniyê semînerek bi navnîşana ‘Kurd li hemberî guhertinên Rojhilata Navîn û dagirkeriya herêmê’ hate dayîn. Di semînerê de...

‘Em kesên xayîn ji Êzidiyan hesab nakin’

‘Em kesên xayîn ji Êzidiyan hesab nakin’

Rêbendan 27, 2023

Civaka Êzidî piştgiriya xwe ya ji bo Operasyona Tolhildanê ya YBŞ’ê nişan dide û li dijî xeta xiyanetê ev peyam...

Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li dozgeriyê hate dayîn

Ciwanên Êzidî: Emê têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin

Rêbendan 27, 2023

Ciwanên Êzidî ku li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi hêrs in diyar kirin ku ji bo moral û...

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Rêbendan 27, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd...

Dijî binçavkirina hevserokê Tevgera Azadî wê çalakiyek were lidarxistin

Dijî binçavkirina hevserokê Tevgera Azadî wê çalakiyek were lidarxistin

Rêbendan 27, 2023

Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula bê ku sedemek were nîşandan, li Ranyayê hate binçavkirin û hîn nehatiye berdan. Dijî binçavkirinê...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist