HPG: Li Heftenîn û Xakûrkê 11 dagirker hatin kuştin

Di encama çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li Heftenîn û Xakûrkê de 11 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê çalakiyên gerîla yên li Heftenîn û Xakurkê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de ku li herêma Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike hêzên me yên YJA Starê di 13'ê Kanûnê de saet 14:20'î li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Konferansê ya Mezin çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargerhên dijmin hatin xistin. Di çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn.

Di 14'ê Kanûnê de saet di 14:30'î de hêzên me li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn xistin. Hejmara leşkerên ku di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

Heman rojê saet di 15:45'an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Derwêş çalakî pêk anîn. Derbên giran li dijminê li ser gir hate xistin. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên skorsky ji herêmê rakirin."

(xb)