کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Çarşem, Gelawêj 17, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

HPG: Li Xakurkê 28 dagirker hatin cezakirin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
18/05/2022 - 12:50:11 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
HPG: Li qada Zapê 5 dagirker hatin cezakirin-NÛ BÛ
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

HPG’ê ragihand ku li Xakurkê di çalakiyê de 28 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin û 4 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîla yên li Xakurkê eşkere kir. Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayin:

“Hêzên me li herêma Xakurkê li dijî dagirkeran bi ruhê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê çalakiyên xurt lidar xistin. Di çalakiyand e ku bi giştî 28 dagirker hatin cezakirin, hevrêyên me Rustem, Lezgîn, Agît û Dijwar şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên çalakiyan wiha ne;

14’ê Gulanê saet di 00:30’î de li dijî dagirkerên li qada navbera gundên Lêlikan û Dayla yên Xakurkê, bi rêbaza sabotajê çalakî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita bi tîpa Reo ya dagirkeran bi temamî îmha bû û 14 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Di şeva 15-16’ê Gulanê de saet 00:00 li qada Girê Lêlikan ê herêma Xakurkê, li hemberî girekî ku dagirker lê bûn, çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hate lidarxistin. Hêzên me bi du baskan xwe berdan nava hêzên dijmin. Di demeke kurt de mîna birûskê hemû çeperên dagirkeran ên li ser gir hatin îmhakirin û hêzên me bêyî ku windahiyan bide gir bi temamî fetih kirin. Li vê derê çûn ser 12 cenazeyên dagirkeran û eşkere bû ku hemû hatine cezakirin. Di dema vekişînê de li derdora gundê Herkarê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî û heta serê sibehê dewam kir. Di vî şerî de 2 dagirker hatin cezakirin. Hevrêyên me Rustem, Lezgîn, Agît û Dijwar ên ku bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin ve çûn, bi afirîneriya taktîkê di demeke kurt de hedefên dijmin fetih kirin û di vê çalakiyê de bi giştî 14 dagirker ceza kirin, bi lehengî şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rustem Qendîl

Nav paşnav: Daniş Perwîzî

Cihê jidayikbûnê: Kamyaran

Dayik-Bav: Jîla-Eset

Dem û cihê şehadetê: 16’ê Gulana 2022 / Xakurkê

 

Nasnav: Lezgîn Bawer

Nav paşnav: Bawer Nas

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Sedef-Omer

Dem û cihê şehadetê: 16’ê Gulana 2022 / Xakurkê

 

Nasnav: Agît Rojhilat

Nav paşnav: Kawa Îsmaîlî

Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye

Dayik-Bav: Hatîce-Şemsettîn

Dem û cihê şehadetê: 16’ê Gulana 2022 / Xakurkê

 

Nasnav: Dijwar Ertûşî

Nav paşnav: Nûrûllah Gul

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Hemra-Nezîr

Dem û cihê şehadetê: 16’ê Gulana 2022 / Xakurkê

 

RUSTEM QENDÎL

Hevrêyê me Rustem li bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Bi hişmendiya kûr a welatparêziyê ya gelê me yê Rojhilat, bi dilsoziya bi nasnameya civakî û welatê xwe mezin bû. Lewma tevî ku 11 salan bi rengekî serketî li dibistanên rejîmê xwend jî tercîha xwe li aliyê teclîbûna li têkoşîna azadiyê ya gel danî. Hevrêyê me Rustem sala 2013’an tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û ji bo li ser xeta lehengiyê bimeşe navê Rustem li xwe kir. Hevrêyê me Rustem ku gotin û cewhera xwe, fikir û karê xwe yek bû, ji xwe re kir esas ku mîna navê xwe bijî. Li gelek herêmên Kurdsitanê bi coşa şoreşgerî ya bilind û baweriya serketinê wezîfeyên cuda bi rengekî serketî bi cih anî. Di îdeolojiya partiyê de kûr bû, weke milîtanekî Apoyî yê fedaî xwe di hunera şer de bi pêş ve bir. Ji bo fêhmkirin û bicihanîna xeta gerîla ya serdema nû gelekî hewl da û di asta fermandarê yekîneyê de derbasî herêma Xakurkê bû. Zû hînî vê herêmê bû û wezîfeya pêşengiyê bi cih anî. Hevrêyê me Rustem ku li dijî dagirkeran xwedî hêrseke mezin bû, bi wêrekiyeke bilind, weke fermandarekî Apoyî pêşengî ji çalakiya şeva 16’ê Gulanê re kir. Bi rengekî encamgir ev çalakî pêk anî û piştî çalakiyê di şer de şehîd bû.

LEZGÎN BAWER

Hevrê Lezgîn li Hezexa Şirnexê ji dayik bûye û di nav eşîra Harûna ya welatparêz û exlaqê xurt ê malbata xwe mezin bûye. Hevrê Lezgîn du apên wî di doza azadiyê de şehîd bûne û wî ji nêz ve têkoşîna azadiyê nas kiriye. Hevrê Lezgîn di sala 2013’yan tevlî nav refên gerîlayan bûye û piştî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdehiya şervanên nû wî gav avêtiye nav gerîlatiyê û li qadên Garê, Qendîl û Xakurkê maye. Ew bi taybetiyên xwe yên dirust, fedakar û kedkar xwe zû bi pêş ve biriye. Ji xeynî cesaretê xwe yê mezin di xebatên cihê de cih girtiye. Wekî fermandarê tîmê peywir stendiye û herî dawîn derbasî qada Xakurkê bûye. Di çalakiyên li hemberî dagirkeran de wî tarza şerê gerîlayên gerok baş bi kar aniye û bûye yek ji fermandarê serdemê. Di çalakiya 16’ê Gulanê de wî bi cesaretê xwe yê mezin derbên giran li dijmin daye û heta sibehê şer kiriye. Di vî şerî de wî bi qehremanî şer kiriye û piştre şehîd bûye.

AGÎT ROJHILAT

Hevrê Agît li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku birayê wî tevlî nav gerîlayên azadiya Kurdistanê bûye, wî jî di zaroktî de têkoşîna azadiya Kurdistanê nas kiriye û bi çanda welatparêziyê mezin bûye. Di sala 2006’an de dema ku birayê wî Xemgîn Rojhilat li Cûdî şehîd bûye, hêrsa hevrê Agît jî zêdetir bûye û di sala 2014’an de li Serhedê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Piştî perwerdehiya şervanên nû ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê wî îdeolojiya Apoyî û PKK’ê ji nêz ve nas kiriye û li Xakurkê gerîlatî kiriye. Wî piştre li herêmên cihê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kiriye û peywirên girîng stendiye. Wî her peywira xwe bi serkeftinê bi cih aniye û di warê helwest û tevlêbûna xwe de bûye hevalekî mînak. Li Xakurkê jî bi heyecaneke mezin tevlî nav pratîkê bûye. Di çalakiya 16’ê Gulanê de jî wî cihê xwe di nav çalakiya serketî de girtiye û derbên giran li dagirkeran xistiye. Heval Agît di şerê piştî çalakiyê de bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye.

DIJWAR ERTÛŞÎ

Hevrê Dijwar jî wekî kesekî ji eşîra Ertûşî ya welatparêz li Taxa Xaçortê ya Wanê bi çanda welatparêziyê mezin bûye. Helwesta serhildêr a ciwanên Xaçortê bandoreke mezin li ser wî kiriye û tevlî nav çalakiyên ciwanên şoreşger bûye. Di gelek serhildanan de wî roleke pêşeng lîstiye. Dijmin gelek caran ew destgîr kiriye lê dîsa jî wî dev ji têkoşînê bernedaye. Di sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd êrişeke qirkirinê da destpêkirin heval Dijwar jî beramberî vê dagirkeriyê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrê Dijwar li qada Xakurkê dest bi pratîkê kiriye û roj bi roj tecrube stendiye. Hevrê Dijwar li Xakurkê tevlî gelek çalakiyan bûye û di warê leşkerî de xwe xurt kiriye. Di çalakiya 16’ê Gulanê de ew bûye yek ji qehremanê ku derbeke giran li dijmin daye û di şerê piştî çalakiyê de yê ku heta sibehê domiya, ew piştî şerê qehremanî şehîd bûye.

Malbatên hêja yên hevrêyên me Rustem, Lezgîn, Agît û Dijwar ên ku li Xakurkê destan nivîsand di serî de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Nûçeya berê

Asayîşa PDK’ê Êzîdiyên dixwazin vegerin Şengal digre û nahêle ji kampan derkevin

Nûçeya pişt re

Li Mexmûr Hakî Karer hate bîranîn

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

KNK’ê û Desteya Mafê Mirovan binpêkirinên li Herêma Kurdistanê guftûgo kirin

KNK’ê û Desteya Mafê Mirovan binpêkirinên li Herêma Kurdistanê guftûgo kirin

Gelawêj 16, 2022
30 parlamenterên Herêmê: Jiyana girtiyên Behdînan di metirsiyê de ye

30 parlamenterên Herêmê: Jiyana girtiyên Behdînan di metirsiyê de ye

Gelawêj 16, 2022

KNK’ê û rewşenbîrên Hewlêrê metirsiyên li ser Kurdistanê nîqaş kirin

Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî

Îdia: Li Kobanê 16 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan

Di êrişa hêzên Îranê de 12 kolber birîndar bûn

Nûçeya pişt re
Li Mexmûr Hakî Karer hate bîranîn

Li Mexmûr Hakî Karer hate bîranîn

Yên Li Pêş

Remzî Kartal: Di 15’ê Tebaxê de dijmin têk çû

Remzî Kartal: Di 15’ê Tebaxê de dijmin têk çû

Gelawêj 16, 2022

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal: “Guleya 15’ê Tebaxê, tirs û xofa di dilê Kurdan de şikand û bû mîladek nû....

Cejna Vejînê li Mexmûrê bi coşek mezin hate pîrozkirin

Cejna Vejînê li Mexmûrê bi coşek mezin hate pîrozkirin

Gelawêj 16, 2022

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 38’emîn salvegera 15’ê Tebaxê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de soza şopandina rêya...

Sadiq Sindî kiye û rola wî di pêngava 15’ê Tebaxê de çibû?

Sadiq Sindî kiye û rola wî di pêngava 15’ê Tebaxê de çibû?

Gelawêj 16, 2022

Şehîd Sadiq Sindî kesayetek qehreman ê devera Behdînanê bû, lingek wî li Beka li cem Rêber Ocalan bû, lingê wî...

Firîna bazek ji Mihabadê ta Qamişlo: Rêzan Cawîd

Firîna bazek ji Mihabadê ta Qamişlo: Rêzan Cawîd

Gelawêj 16, 2022

Li Rojhilatê welat mîna teyrek baz di ser çiyayên Kurdistanê re dest bi firînê dike, çeka wê li Şaho ye,...

Artêşa Tirk bi awayek hemwext êrişê Kobanê, Dirbêsiyê û gelek deverên din kir

Artêşa Tirk bi awayek hemwext êrişê Kobanê, Dirbêsiyê û gelek deverên din kir

Gelawêj 16, 2022

Ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve navenda bajarê Kobanê, Girê Miştenûrê û rêya Helebê hatin topbarankirin. Navenda bajarê Kobanê...

Li Silêmaniyê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Li Silêmaniyê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Gelawêj 15, 2022

Li Silêmaniyê bi boneya 38’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, şahiyek hat lidarxistin. Di saetên êvarê de li Seyrangeha Serawî ya...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist