کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Pênçşem, Gelawêj 18, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

 HPG: Li Zap û Metîna 6 dagirker hatin cezakirin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
30/06/2022 - 2:43:57 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
 HPG: Li Zap û Metîna 6 dagirker hatin cezakirin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyan de li Zap û Metîna 6 dagirker hatin cezakirin, kepçeyek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyanî da.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “Di encama çalakiyên xurt ên hêzên me de ku Roja Fedaîtiyê lidar xistin, 6 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, kepçeyek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êrişî Qadên berxwedanê kir, 23 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û helîkopterên êrîşê bombardûman kir.”

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ev agahî hatin dayin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

29’ê Hezîranê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Werxelê, hêzên me yên YJA Starê li dagirkeran xistin.

30’ê Hezîranê saet di navbera 07:10-07:30’î de li dijî dagirkerên ku dixwestin xwe nêzî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bikin, sê caran bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Piştî vê destwerdana hêzên me, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

29’ê Hezîranê saet di 09:18’an de û 30’ê Hezîranê saet di 07:50’î de li dijî dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Karker bi cih bibin bi çekên giran çalakî hate lidarxistin.

29’ê Hezîranê saet di 16:00 de hêzên me li dagirkeran xistin ku dixwestin ber bi qada Çemço ve biçin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

28’ê Hezîranê saet di 10.40’î de li qada Girê Sor a ser bi Çelê, li dijî dagirkerên ku bi armanca dagirkeriyê rêya leşkerî çêdikirin, bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Di encama derbên xurt ên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û kepçeyeke dagirkeran hate îmhakirin.

29’ê Hezîranê saet di 12:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, sîstemeke kamera ya mobesse ku dagirkeran dixwestin li qadê bi cih bikin, ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin. Heman saetê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkerên li qadê xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

29’ê Hezîranê saet di 12:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên tevdigeriyan çalakiya sûîqestê hate kirin û dagirkerek hate cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

28’ê Hezîranê li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Karker û Şikefta Birîndara 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li tunelên şer hatin barandin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer;

29’ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê Karker û Girê FM bi dehan caran bi obus û hawanan hatin bombekirin, li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî drone geriyan.

29’ê Hezîranê qadên Şikefta Birîndara, Kurojahro, Kokerê, Mamreş, Şehîd Harûn û Şehîd Tolhildan 11 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

29’ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Çemço, Sîda û Karker 23 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”

(ab)

Nûçeya berê

Li Wargeha Bacid Kendala ya Êzidiyan şewat

Nûçeya pişt re

Li Hewlêrê cihên firotina çekan hatin girtin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Di çalakiyên gerîla de 6 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîla de 6 dagirker hatin cezakirin

Gelawêj 18, 2022
Ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re serlêdan hat kirin

Ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re serlêdan hat kirin

Gelawêj 18, 2022

Operasyonek hevbeş li dijî DAIŞ’ê hat destpêkirin

Hêzên rejima Îranê rê nedan merasîm ji bo Şehîd Rêzan Cawîd were lidarxistin

Li Kerkûkê pêşî li teqandina dîreka elektrîkê hat girtin

PAJK: Bêrîvan Zîlan 31 salan bi biryardariyek mezin têkoşiya û şehîd bû

Nûçeya pişt re
Li Hewlêrê cihên firotina çekan hatin girtin

Li Hewlêrê cihên firotina çekan hatin girtin

Yên Li Pêş

PAJK: Bêrîvan Zîlan 31 salan bi biryardariyek mezin têkoşiya û şehîd bû

PAJK: Bêrîvan Zîlan 31 salan bi biryardariyek mezin têkoşiya û şehîd bû

Gelawêj 18, 2022

Partiya Azadiya Jin a Kurdistan (PAJK) bi daxuyaniyek ragihand Endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan di encama êrişek asîmanî ya dewleta...

Li Silêmaniyê Şehîd Rêzan Cavîd hate bîranîn

Li Silêmaniyê Şehîd Rêzan Cavîd hate bîranîn

Gelawêj 17, 2022

Li Silêmeniyê bi pêşengiya PJAK’ê, Hevserokê Berê yê KODAR û Endamê Rêvberiya PJAK’ê Rêzan Cavîd hate bîranînin. Li Salona Aqua...

‘Tirkiye dixwaze pişta Herêma Kurdistanê bişkêne’

‘Tirkiye dixwaze pişta Herêma Kurdistanê bişkêne’

Gelawêj 18, 2022

Welatiyên bajaroka Teqteq a ser bi Koyeyê diyar kirin ku sedema berdewamkirina êrişên dewleta Tirk bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye...

Şehîdên Sikêniyê hatin bîranîn

Şehîdên Sikêniyê hatin bîranîn

Gelawêj 17, 2022

Komîteya Tendirustî ya Şengalê bi boneya yekemîn salvegera êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser nexweşxaneya Sikêniyê daxuyaniyek da....

Ozan Comert: Hunermend ronakbîrên civakê ne

Ozan Comert: Hunermend ronakbîrên civakê ne

Gelawêj 18, 2022

JIYAN PÎRAN / ROJNEWS Hunermend Comert balkişand li ser rol û mîsyona hunermandan ya di nava civaka Kurd û têkoşîna...

Gulşen bi gulan reng dide jiyanê

Gulşen bi gulan reng dide jiyanê

Gelawêj 18, 2022

HEWRAMAN CELAL / ROJNEWS Ji destdana lingên xwe li pêşiyê bi destxistina xewnên wê nebûye asteng. Gulşen weke gulên di...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist