کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Çarşem, Rêşemî 1, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

 HPG’ê nasnameya şehîdekî xelkê Şengalê eşkere kir

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
01/12/2022 - 12:47:52 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
 HPG’ê nasnameya şehîdekî xelkê Şengalê eşkere kir
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

HPG’ê ragihand ku gerîlayê wan Delîl Botan ê xelkê Şengalê li Metîna şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xelkê Şengalê ku ji neteweya Erebe  eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî gerîlayê şehîd bûye wiha ye:

“12’yê Tebaxa 2022’yan li qada Deşîşê ya herêma Metînayê, di êrişên artêşa Tirk a dagirker de hevrêyê me Delîl şehîd bû. Hevrêyê me Delîl ku ewladekî hêja yê xelkê me yê Ereb bû, bi bandora paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi fedaîtî şer kirin û Şengal rizgar kirin, tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Bi baweriya ku îdeolojiya Apoyî wê gelan azad bike, kedeke bêdawî da û di demeke kurt de bû fermandarekî pêşeng. Bi sekna xwe ya xurt a li dijî dijmin, bi tevlîbûna xwe ya ji dil têkiliyeke xurt bi hevrêyên xwe re danî. Ewladê leheng ê Şengalê hevrêyê me Delîl mîrate û xeteke têkoşînê ya li ser esasê serketinê ji xelk û ciwanên Şengalê yên bi rûmet re hişt. Bila serê malbata hêja ya hevrêyê me Delîl sax be, bila ser xelkê Şengalê sax be ku bi Kurdên Êzidî û Erebên xwe bi xwişk û biratiyê bi hev re dijîn. Fermandarê me yê enternasyonal ê nemir hevrê Delîl wê ji bo xelkê Şengalê, ji bo hevrêyên xwe yên têkoşînê timî bibe mînak. Ala têkoşînê ya ku fermandar Delîl radestî me kir wê heta azadiya gelan û serketinê her tim bê bilindkirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Delîl Botan bi vî rengî ye:

 

Nasnav: Delîl Botan

Nav paşnav: Xalid Naîf

Cihê jidayikbûnê: Şengal

Dayik-Bav: Tarfa-Naîf

Dem û cihê şehadetê: 12’yê Tebaxa 2022 / Metîna

Xelkê Şengalê yê kevnar, tevî ku bi dehan caran êrişên qirkirinê ji aliyê dagirkeran ve li wan hate kirin, her tim dilsozê koka xwe bû û bû yek ji gelên herî têkoşer û berxwedêr ê dîrokê. Li hemberî êrişên çeteyên DAÎŞ’ê ku li pêş çavên tevahiya mirovahiyê li hemberî Şengalê kir, fedaiyên Rêber Apo bi destwerdaneke dîrokî xelkê me yê Şengalê ji çeteyên barbar parastin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bûn hêviya azadiyê ya gelên bindest û xwe bi îdeolojiya Apoyî xemilandin, Şengal rizgar kirin, mîsyona xwe ya dîrokî bi serketî bi cih anîn û piştre erka parastina xaka pîroz a Şengalê ji ewladên leheng ên xelkê Şengalê ji YBŞ-YJŞ’ê re hiştin. Di vê pêvajoya têkoşînê de gelek gerîlayê fedaî yên Apoyî bi jiyana xwe, bi hezkirina mezin a ji gel, bi fedakariya xwe, bi wêrekiya xwe ya di şer de û bi rêbaza xwe ya şerê fedaî li Şengalê cihê xwe di dilê gelên Êzidî û Ereb ên li Şengalê de girtin. Xelkê Şengalê yê welatparêz ku ji pêkhateyên Êzidî û Ereb pêk tê, ji ber vê yekê timî xwe minetdarê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dît, lehengî û berdêlên fedaiyên Apoyî ti carî ji bîr nekir.

 

Hevrêyê me Delîl ku ewladekî xelkê me yê Ereb e û li gundê Medîbanê yê Şengalê ji dayik bû, êrişên qirkirinê û li hemberî vê yekê têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yekser dît. Malbata hevrêyê me Delîl malbateke welatparêz a dilsozê çanda gelê me yê Ereb e, têkiliyên xwe yên civakî xurt e. Ji ber vê yekê ti carî jiyaneke ji derve li wan dihate ferzkirin qebûl nekir. Di nava çend salan de ku gundê Medîbanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin, ev sekna xwe parast û serê xwe li ber zextên çeteyan netewand. Di çarçoveya pêngava rizgarkirina Şengalê de ji bo paqijkirina gundê Medîbanê ji çeteyan, gelek hevrêyên me di operasyonan de şehîd bûn. Şehadeta hevrêyên me bandoreke mezin li hevrêyê me Delîl kir. Her wiha piştî rizgarkirina gund, jiyan û sekna Apoyiyan a hezkirina ji mirovan û gel, sekna wan a milîtaniyê bandor li hevrêyê me Delîl kir. Bi vê bandorê hewl da felsefeya Rêber Apo nas bike, fêhm bike. Paradîgmaya Neteweya Demoratîk a ku Rêber Apo ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn afirand, bû sedem ku hevrêyê me Delîl beşdarî nava refên partiya me PKK’ê bibe. Li ser vê bingehê sala 2018’an tevlî nava refên gerîla bû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku gelekî meraq dikir.

 

Hevrêyê me Delîl piştî ku tevlî nava refên gerîla bû beşdarî perwerdeya şervanên nû bû, di dema perwerdeyê de jî ji bo hînî jiyana gerîla û çiyê bibe kûr bû. Hevrêyê me Delîl ku kete bin bandora bedewiya efsûnî ya çiyayên Kurdistanê, zû hînî jiyana li çiyê bû, mîna kub i salan e li çiyê ye, bi baweriya ji xwe tevlî bû. Her wiha bi bandora têkiliyên kûr ên hevrêtiyê yên gerîla û hezkirin û hurmeta hevrêyên xwe, ji bo bibe hevrêyekî rast ê hevrêyan gelekî hewl da. Demekê li qada Garê kar kir û li vê derê têkildarî gerîlatiyê de tecrûbeyên girîng bi dest xist. Demekê li gel hevrêyên xwe yên xwedî tecrûbe ma, ji tecrûbeyên jiyanî û rêxistinî yên wan sûd wergirt û dersên pêwîst bi dest xist. Tevî ku li nava refên gerîla nû bû, di demeke kurt de bû xwedî tecrûbeyên girîng. Ji bo di taktîkên şer ê gerîlayên serdema nû de xwe kûr bike û bibe gerîlayekî profesyonel beşdarî perwerdeyên pisporiyê bû û weke gerîlayekî şareza derbasî qada Metînayê, cihê şerê giran bû. Hevrêyê me Delîl li Metînayê li qadên şerê giran ma, di şer de bi wêrekî û tevlîbûna xwe ya bi biryar bû milîtanekî Apoyî yê pêşeng. Cihê xwe di gelek çalakiyan de girt ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Dema ku li ser Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî êrişa dagirkeriyê destpê kir, hevrêyê me Delîl xwest cihê xwe li gel hevrêyên xwe yên di çeperên berxwedanê de ne bigire. Lê belê ji ber ku qada ku lê bû qada şer bû û hevrêyê me Delîl li wê derê bi erka fermandariyê radibû, nekarî vê daxwaza xwe pêk bîne. Tevî ku nekarî biçe Girê Hakkarî, ji bo berxwedana hevrêyên xwe silav bike û barê wan sivik bike, timî hewl da çalakiyan bike. Hevrêyê me Delîl ku hesta wî ya hevrêtiyê gelekî kûr û xurt bû, heta kêliya dawî hewl da wezîfeya xwe ya hevrêtiyê bi cih bîne.

Ji fermandarên me yên pêşeng ên enternasyonal hevrêyê me Delîl ku kûrbûna xwe ya li ser felsefeya Rêber Apo bi tevlîbûna xurt a li nava jiyanê û şer nîşan da, li nava refên PKK’ê bû milîtanekî mînak ê xeta berxwedêr û lehengiyê ya xelkê Şengalê. Ewladê leheng ê xelkê me yê Şengalê hevrêyê me Delîl, têkoşîna fedaiyên Apoyî ya li Şengalê ti carî ji bîr nekir, bi tevlîbûna li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji bo azadiya gelên bindest bi fedaîtî şer dikin, bû şopdarekî bi biryar ê xeta şehîdan. Ciwanên bi rûmet ên Şengalê ku paşeroja gelê me û xelkê me yê Şengalê yê wefakar ê ji fedakarî û azadiyê ti carî tawîzê nadin, bêguman wê xwedî li têkoşîna hevrêyê me Delîl derkevin û bi serketinê tacîdar bikin.

Hevrêyê me Delîl ku yek ji milîtanên xurt ên xeta enternasyonal a PKK’ê bû, ev taybetmendiya PKK’ê weke temînata şoreşa azadiyê ya gelan didît û bi vê baweriya bilind tevlî nava refên gerîla bû, bû yek ji nûnerên herî xurt ên têkoşîna azadiyê ya hevpar a gelên Kurd û Ereb. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Delîl Botan, bila serê gelê me yê Ereb ê Şengalê, xelkê me yê Şengalê û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Em bi biryardariyeke mezin soza xwe dubare dikin ku armanca pîroz a hevrêyê xwe Delîl a ji bo azadiya gelan pêk bînin.”

Nûçeya berê

Ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re serlêdan hat kirin

Nûçeya pişt re

QSD’ê bîlançoya 30’ê Mijdarê ya êrişên artêşa Tirk eşkere kir

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê civiyan

Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê civiyan

Rêbendan 31, 2023
Çalakiyên zayendî li sinorê parêzgeha Silêmaniyê hatin qedexekirin

Çalakiyên zayendî li sinorê parêzgeha Silêmaniyê hatin qedexekirin

Rêbendan 31, 2023

Komeleya Qurbaniyên Helebce: Divê parlemento yasaya taybet bi qurbaniyên kîmyabaranê erê bike

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Şehîd Aram li ser gora xwe hate bibîranîn

PDK û YNK carek din dicivin

Nûçeya pişt re
Li Şedadê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

QSD’ê bîlançoya 30’ê Mijdarê ya êrişên artêşa Tirk eşkere kir

Yên Li Pêş

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Rêbendan 31, 2023

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS Maseya MÎT’ê ya Şengalê û Parastinê, Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr û teqandina Meclîsa Gel a...

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Rêbendan 31, 2023

Şehîd Viyan Caf ku digot, min bersiva hemû pirsên xwe di PKK’ê de dît, berê niha 17 salan, li dijî...

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Rêbendan 31, 2023

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji Wargeha Bêrsivê 1 a li Zaxoyê 231 koçber vegeriyan Şengalê. Wezîra...

KODAR: Raperîna gelê Beluç mafek demokratîke

KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir

Rêbendan 31, 2023

KODAR'ê ji bo alîkariya bi mexdûrê erdhejê bang kir û diyar kir ku alîkariya bi xelkê me yê Xoyê ku...

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Rêbendan 31, 2023

Piştî rûxandina rejima Baas di sala 2003’an de destura nû ya Iraqê hat nivîsandin. Yek ji madeyên wê destûrê di...

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Rêbendan 31, 2023

7 jinên girtiyên siyasî yên li Îranê girtîne, dijberiya xwe ya li dijî cezayê darvekirinê anîn ziman û xwestin ku...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist