HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li çend herêmên cuda daxuyanî da

Çarşem, 10 Gelawêj 2016 – 15:40 

HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li çend herêmên cuda daxuyanî da

Gerîlayên HPG’ê li dijî qereqolên Tepê Çeta û Zeytê yên li qada Oremar a Geverê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de ku bi çekên giran hate lidarxistin, tankek hate derbkirin, wesayîtek bi tîpa Reo jî hate rûxandin.


NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku sîxur-kontrayê bi navê Yûsûf Karataş ku li semta Ûlûbahçe ya Semsûrê sala 2015’an bibû sedema jiyana 2 gerîlayan hatiye cezakirin.

HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla ev agahî parve kirin: “9’ê Tebaxê saet 12.30’an hêzên me li dijî qereqolên Tepê Çeta û Zeytê yên li qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakî li dar xistin. Gerîlayên me bi çekên giran bi awayekî bi bandor li qereqola Zeytê dan. Li vir tankek hate derbkirin, wesayîtek bi tîpa Reo jî hate îmhakirin. Di heman demê de hêzên me çalakiya sûîqestê jî li dar xistin û leşkerek kuştin.

9’ê Tebaxê saet 16.00’an hêzên me li girê Qirika Masîro ya ku li qada Şemzînanê ye û leşkeran xwe li bi cih kiribûn, dan. Her wiha leşkerên ku li girê Şehîd Dîcle tevdigeriyan jî bûn hedefa hêzên me. Di van çalakiyan de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

‘Li Semsûrê sîxur-kontrayek hate cezakirin’

8’ê Tebaxê saet 22.00’an sîxur-kontrayê bi navê Yûsûf Karataş ku sala 2015’an li semta Ûlûbahçe ya girêdayî navenda bajarê Semsûrê di şehadeta du gerîlayên me de rola xwe hebû hate cezakirin. Li herêmê dewlet hewl dide cerdevantiyê zêde bike û di operasyonan de bi kar bîne. Pêwîst e ti cerdevan tevlî operasyona û lîstikên qirêj ên dijmin nebin.

Li Elbak li dijî stasyona bazê ya vodafonê çalakî

9’ê Tebaxê saet 20.00’an gerîlayên me li qada Şerefa ya girêdayî Elbak a Wanê li dijî stasyonek bazê ya Avea Vodafone û înternetê çalakiya sabotajê li dar xistin.

Li rêya Dersîm-Erzînganê kontrola rê

9’ê Tebaxê saet 17.30’an gerîlayên me li rêya Dersîm-Erzînganê li ser Pira Sor çalakiya kontrolkirina rê li dar xistine. Nêzî 70 wesayîtî hatin komkirin, têkîldarî pêvajoyê gel hate agahdarkirin û ber bi saetên êvarî jî çalakî hatiye bidawîkirin.

Balafirên şer ên Tirk geliyê Mûnzûrê bombe kirin

9’ê Tebaxê saet 20.00’an balafirên şer li Geliyê Mûnzûrê dan. Piştî van bomberdûmanan, gelî dan ber obus û hewanan. Li qadê ku domahiya şevê tevger çêbû, helîkopterên bi tîpa Kobra jî li gelî dan.”

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist