HRE: 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku li Ezaz û Babê di çalakiyên wan ên duh de 3 çete hatine kuştin.


Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me bi sê çalakiyên sekvaniyê çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî yên li Ezaz û Babê kirin armanc û hejmarek ji wan çeteyan kuştin.

Di 10’ê Îlonê de hêzên me çalakiyeke sekvaniyê li dijî çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Kefer Xaşir ê girêdayî herêma Ezazê li dar xist, di encamê de çeteyek hat kuştin.

Di 10’ê Îlonê de hêzên me li hember kombûna hejmarek ji çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Hezwan ê girêdayî herêma Babê 2 çalakiyên hemwext ên sekvaniyê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Di 09 û 10’ê Îlonê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundê Merenaz ê girêdayî navçeya Şera û gundê Herbil ê herêma Şehbayê kir, her wiha balafirên keşfê yên Tirk li ser gundên navçeya Şêrawa geriyan.”