HRE: Li Efrînê 5 dagirker hatin kuştin

HRE’yê ragihand ku li Efrînê di çalakiyên dijî dewleta Tirk a dagirker de 5 dagirker hatin kuştin.


Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"14'ê Sibatê, li gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê li dijî serçeteyekî çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di çalakiyê de serçete hate kuştin, 2 wesayit hatin rûxandin.

19'ê Sibatê, li ser rêya navbera navçeya Bilbilê û gundê Şingêlê hêzên me li dijî çeteyên dagirker çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.

Her wiha bombebarana li herêmê û liv û tevgera balafirên keşfê dewam dike."

(xb)