Hunermendan li dijî dagirkeriyê nerazîbûn nîşandan

Komek hunermend li Silêmanî li dijî êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk nerazîbûn nîşandan û gotin, divê hunermend bi hunera xwe li dijî dagirkeriyê derkeve û gel bixin nava tevgerê.


Komek ji hunermendên Başûrê Kuridistanê li Silêmanî li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka  Başûrê Kurdistanê kombûn û daxuyaniyek ya çapemeniyê dan.

Daxuyaniya hunermendan ji aliyê Kare Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku niha li Başûrê Kurdistan, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê dexlûdanê cotyarên Kurd tê şewitandin û dest bi xerakirina demografiya Kerkûkê hatiye kirin.

Di dirêjahiya daxuyaniyê de ev tiş hatin gotin;

"Dewleta faşîst a Tirk dixwaze dagirkeriya ku li Efrînê kir li Başûrê Kurdistanê jî berdewam bike. Armanca nijadperestiya AKP'ê û MHP'ê tunekirina Kurdane. Em daxwaz ji hunermendên Kurdistanê dikîn ku li dijî dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin. Ji ber ku piştî şerê Efrînê şerê herî dijwar li dijî dagirkerî û xeta xiyanetê, di van rojan de li çiyayên Karox, Xakurk, Lêlîkan, Biradost û Şekîf tê kirin. Ji bona wê em bang li hunermend, rewşenbîr û tevayî gelê Kurd bi taybetî jî gelê Başûrê Kurdistanê dikîn li dijî dagirkeriyê rabin û dengê xwe bilind bikin. Piştgiriya hêzên şoreşgerên Kurdistanê bikin û dakevin qadan. Bila hunermend bi hunera xwe li dijî dagirkeriyê nerazîbûn nîşan bidin."

(şk)