Însiyatîfa Parastina Kurdistanê êrişa duh a dewleta Tirk ya li gundê Gelale ya Şarbajêr şermezar kir û banga yekgirtinê li partiyên Kurdî kir.
Însiyatîfa Parastina Kurdistanê li Silêmaniyê bi daxuyaniyek êrişa duh a balefirên dewleta Tirk ya li gundê Gelale ya Şarbajêr şermezarkir.
Însiyatîfa Parastina Kurdistanê diyarkir duh piştî şandeyek ji hevalên wan çûn Kune Masî û serdana malbata ku par di êrişa balefirên Tirk de bibû qurbanî kir, nîv saet piştî serdanê li gundê Gelale ya Şarbajêr êriş pêkhat. Însiyatîfê bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li dijî êrişan şermezar kir.
Însiyatîfa Parastina Kurdistanê got; “Em bang li hemû kesan dikin ku bila êrişên dagirker ên Tirk şermezar bikin û bila hikumet wan çekan nefiroşin rejîma faşîst. Li hemberî dagirkeriyê em bang li dostên xwe gelê Kurd dikin ku bibin yek. Şerê hev nekin. Tirkiye ji bo ku împaratoriya Osmaniyan vejîne, her tiştî dike û dixwaze di nav komên Kurdan de parçebûn pêk were. Em bi we re ne, bijî Kurdistan.”
(kş)