Saziya Malbata Şehidan a Şengalê ji bo piştgirîdayîna helwesta Rêveberiya Xweser a li hember dagirkirina artêşa Iraqê ya li ser axa Şengalê daxuyaniyek dan û gotin: “Yên ku îradeya civaka Êzidî temsîl dike şêhîden me ne.”
Îro piştî nîvro di derdora demjimêr 14:00 da Saziya Malbata Şehîdan a Şengalê bi endamên xwe ve li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan li hev civiyan. Malbata Şehîdan ji bo piştgirîdayîna helwesta Rêveberiya xweser ya Şengalê li hember dagirkirina Şengalê ji aliyê artêşa Iraqê û ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê li ser civaka Êzidî, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Saziya Malbata Şehîda de hate gotin: “Wek tê zanîn ku planên ku li ser Şengalê hatiye danîn dewleta Iraqê, hikûmeta Kazimî, hevkariya dewleta Tirk a dagirker û Barzanî bêyi ku îrade ya civaka Êzidî nas bike, xwestin peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin. Ev çend caran hewildidin ku êrîşê civaka me ya Ezidî bikin. Lê ev planê wan serneketiye. Careke ditîr bi awayekî din hewildane ku şer dest pê kirin xwestin ku him Asayîşa Êzîdxanê him jî hêzên leşkerî yên ku vê civakê diparêzin tûne bikin. Lê bi berxwedaniyeke mezin ev plan vala hate derxistin.”
‘Em xwediyê Şehîdanin’
Li hember planên qirej jî wiha hate gotin: “Weke tê zanîn hikûmeta Kazimî û peşmergêyên Barzanî di sala 2014’an de ev civak radestî çeteyên DAİŞ’ê kirin û bi vê awayî xwestin ku vê civakê bi fermanekî tûne bikin. Gerîlayên HPG, YJA-STAR û YPG bi hawara civaka me ya Êzidî ve hatin û berdelên pir giran hat dayîn. Ev sedan şehîdên me yên hatine dayîn, wek malbatê şehîdan em xwediyê van şehîdanin. Emê xwîna van şehîdan li erdê nehêlin. Gerîlayên HPG ev emaneta civaka Êzidî kirine. Ji bo em bikaribin xwedî li van derbikevin wek malbatên şehîdan em piştevaniya Meclîsa Xweser a Şengalê dikin.
Bi vê boneyê gerîlayên ku di çepêrên Kurdistanê de şer dikin, em hemûyan silav dikin û hezkirinên xwe ji wan re dişînin. Em berxwedaniya wan pîroz û binirx dibînin. Heta dilopa xwîna me ya dawiyê hebe, emê xwedî li wan derbikevin.”
‘Bi berxwedaniyeke mezin emê Şengalekî xweser mîsaoger bikin’
Di dewama daxuyaniyê de Saziya Malbata Şehîdan ew bang li civakê kir: “Dagirkerên ku dixwazin li ser Şengalê xwe ferz bikin û xwe xwediyê Şengalê dibînin em wan qebûl nakin. Ev heyetên ku bi navê Êzidiyan çune hevdîtinê îradeya me temsîl nake. Yên ku vê îradê temsîl dike şêhîden me û lehengên me ne. Yê ku îradeya civaka Êzidî naskir û parast û gelê me yê welatparêz re dibêjin ku bila li beranberî vê planê şiyar bin û neyên xapandin. Em ê bi berxwedaniyek mezin û îradeyek xurt Şengalek xweser mîsoger bikin. Ji bo vê jî em raya giştî re dibêjin van planên li ser Şengalê bila şiyarbin û piştgiriya civaka Êzidî bikin. Em wek malbata şêhîdan soz didin ku emê xwîna şehîdan li erdê nahêlin û xeyalên wan bi cîh bînin.”
Daxuyanî bi diruşmayên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.