کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gulan 24, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Ji ber astengiya asayîşê meşa ciwanan betal bû

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
20/11/2020 - 4:39:59 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Ji ber astengî û êrişa asayîşê meşa dirêj a ciwanan ya ku wê ji Teq Teq heta Gare yê bihata lidarxistin, betal bû. Ciwanan diyarkirin ew ê bi rêbazên cûda cûda çalakiyên xwe yên li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê bidomînin.

Ciwanên her çar parçeyên Kurdistan yên li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî ragihandibûn ku ewê dijî siyaseta şerxwaz ya PDK’ê di 20’ê Mijdarê de berê xwe bidin Herêma Garê.

Bi dehan ciwan piştî saetên nîvro li bajarokê Teqteq ya ser bi navçeya Koye ya Hewlêrê kombûn û xwestin ber bi Herêma Garê ve bimeşin.

Lê Asayîşa Teqteq beriya ku meş destpê bike bi ser koma ciwanan de girtin û nehiştin ciwan bimeşin. Hêzên Asayîşê di heman demê de dest danîn ser kamêreya ajansa me Rojnews, ajansa ANF, televziyona Aryen Tv, Stêrk Tv û Nûçe Ciwan. Asayîşê nehêla rojnameger nêzî çalakiya ciwanan bibin.

Nûçegihanê ajansa me Botan Germiyanî ku dest bi ser kamereya wî de hate girtin, nêrînên rojnamevan û ciwanan ya li ser astengî û êrişa hêzên asayîşê wergirt.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Firatê Hawrê Ferîdûn, diyarkir ku dema ku wê meşa ciwanan destpêbikira û wî çalakiyê dişopand, asayîşê dest bi ser kamera û kelûpelên wî yên rojnamevaniyê de girtin û got: “Hêzên asayîşê bi awayek pir xirab dest bi ser kelûpelên me de girtin. Heqaret li me kirin û gotin, heya berpirsê me ji nanxwarinê tê divê hun li bendê bimînin.”

Nûçegihanê kanala Aryen Tv Hawrê Karwan jî got; “Kiryarên ku hêzên asayîşê li beramberî rojnamevanan kirin, ji hemû pirensîbên şaristanyetê dûrin.”

Yek ji Endamên Komîta Amadekar a Meşê Bêrîtan Zagros jî têkildarî astengiya asayîşê got: “Ev nêzîkatiya asayîşa Teq Teq ji helwesta YNK’ê dûre. Divê asayîşê bi awayek gelek baş nêzî vê çalakiyê bibûya. Em ê wek ciwan têkoşîn û çalakiya xwe berdewam bikin. Îro li vir astengî li pêşiya me derxistin, lê di rojên pêş de li bajar û cihên cûda wê çalakiyên cûr bi cûr werin lidarxistin.

(kş)

 

Nûçeya berê

Li Şengalê jinên Êzidî û Ereb di civîna li ser yekîtiya jinan de hatin cem hev

Nûçeya pişt re

‘Asayîşê ji me re got, Kurdistan ne ya we ye’

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Wê Însiyatîfa Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê ber bi Behdînanê ve bi meşin

Wê Însiyatîfa Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê ber bi Behdînanê ve bi meşin

Gulan 24, 2022
Gerîlayan lêxist: 19 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Gerîlayan lêxist: 19 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Gulan 24, 2022

Xizmên şehîdên Axcelerê: Duh Baas, îro jî dewleta Tirk bombe li me dibarîne!

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Herêma Kurdistanê hîn jî kujerên Çelebî negirtine!

KNK di salvegera damezrandina xwede peyamekî belav kir

Nûçeya pişt re
‘Asayîşê ji me re got, Kurdistan ne ya we ye’

‘Asayîşê ji me re got, Kurdistan ne ya we ye’

Yên Li Pêş

Çeteyên  DAIŞ’ê li gundekî Gulale komkûjî pêkanîn: 15 kuştî û birîndar

Çeteyên  DAIŞ’ê li gundekî Gulale komkûjî pêkanîn: 15 kuştî û birîndar

Gulan 24, 2022

Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Îslah ya ser bi bajaroka Gulale komkujiyeke din pêkanîn, di encamê de ji malbatekî 6 kes...

Parlementera Iraqê: Derbarê bêdengiya Hikumeta Iraqê û Herêmê ya li ser êrişên dewleta Tirk hişyarî da

Parlementera Iraqê: Derbarê bêdengiya Hikumeta Iraqê û Herêmê ya li ser êrişên dewleta Tirk hişyarî da

Gulan 24, 2022

Parlementera YNK’ê ya Parlementoya Iraqê Çiro Hemeşerîf, li ser bêdengiya Hikumeta Iraqê ya li beramberî bombebarana dewleta Tirk hişyarî da...

Çeteyên DAIŞ’ê êriş kir: 6 welatî hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê êriş kir: 6 welatî hatin kuştin

Gulan 23, 2022

Çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Taze Xurmato ya Kerkûkê êriş kirin, 6 welatiyan jiyana xwe ji destdan. Piştre jî di navbera...

Klîbek din li ser berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê hate weşandin

Klîbek din li ser berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê hate weşandin

Gulan 24, 2022

Koma Mûzîkê ya Şehîd Serhed ya li xebatên xwe li jêr sêwana Navenda Çand û Hunerê ya Niwêger dimeşîne, ji...

Cenazeyê Çelebî li Bakurê Kurdistanê ye

Cenazeyê Çelebî li Bakurê Kurdistanê ye

Gulan 24, 2022

Cenazeyê Mihemez Zekî Çelebî yê di encama êrîşeke çekdarî de li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû û duh berbi...

Cenazeyê Çelebî li cihê lê hatî qetilkirin hate pêşwazî kirin

Cenazeyê Çelebî li cihê lê hatî qetilkirin hate pêşwazî kirin

Gulan 23, 2022

Cenazeyê Penaberê Siyasî û xwediyê xwaringeha Denîz piştî ku ji morga Silêmaniyê hate wergirtin berbi cihê lê hatî qetilkirin ve...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist