Ji ber befrê welatî nikarin ji malên xwe derkevin

Îsal li navçeya Hacî Omeran li hinek deveran du metre befir bariye. Befrê rêyên diçin navçeyê girtiye û welatî jî rexne li hikûmetê dikin û diyar dikin bi qasî pêwîst xizmetguzarî ji navçeya wan re nayê kirin.


Îsal ji salên din zêdetir befir li navçeya Hacî Omeran bariye. Ji ber zêdebarîna befrê tevayî navçe dibin befrê de maye, rê hatine girtin û liv û tevgera welatiyan heya astek rawestiyaye.

Berpirsên rêveberiya Keşûhewa û rê û rêbaran ya navçeyê diyar dikin di nava 28 salan de yekem care befrek bi vî awayî zêde bariye. Welatiyê bi navê Ebdullah Mihemed da diyarkirin ji ber barîna befra zêde bandorek nerênî li ser jiyana welatiyan bûye. Mihemed rexne li kêmaniya xizmetguzariyên hikûmetê kir û got; “Hikûmet bi hewara xelkê vê navçeyê nayê, taybetmendiya vê navçeyê li berçav nagirin. Kêmaniya sotemenî û giraniya elektrîkê jiyana xelkê navçeyê hîn zehmetir kiriye.”

Ji ber befrê îro sazî û dibistanên navçeyê ketin bêhndanê. Tîmên paqijkirina rê û rêbara jî nekarîn di dema xwede rê ji befrê paqij bikin. Çûnûhatina deriyê sinorî yê Hacî Omeran jî rawestiyaye.

Welatiyê bi navê Mihemed Hemed jî diyarkir berpirsên navçeyê giringiyê bi rê û rêbarên navçeyê nadin û bi qasî pêwîst xizmetguzariyan nakin.

Her çendî ku li gelek deveran bi barîna befrê welatî keyfxweş dibin, lê ji bo deverên çiyayî û dûrî bajaran barîna befrê jiyana welatiyan dixe nava zehmetiyê.

(şk)