Ji ber boykota doktoran li Germiyan 3 nexweşan jiyana xwe ji dest dan

Pênçşem, 25 Feb 2016 – 10:22 

Ji ber boykota doktoran li Germiyan 3 nexweşan jiyana xwe ji dest dan


HÛŞMEND KURDÎ/ GERMIYAN

Endamê Navenda Karê Hevbeş yê Rêxistinên Germiyanê Bêstûn Jaleyî diyar kir ku li herêma Germiyan ji ber boykota doktor û karmendên tenduristiyê di nava hefteyekê de 3 nexweşan jiyana xwe ji dest dane.

Endamê Navenda Karê Hevbeş yê Rêxistinên Germiyanê Bêstûn Jaleyî têkildarî boykota doktor û karmendên tenduristiyê yên herêma Germiyan ku ji ajansa me re axivî, wiha got; “Em weke Navenda Karê Hevbeş yê Rêxistinên herêma Germiyan têkildarî boykota doktor û karmendên tenduristiyê çend rojin li gel hemû aliyên peywendîdar rûnişt.”

Bêstûn Jaleyî dewama axaftina xwe de wiha jî ragihand; “Jiyana xelkê bi vî şêwey xistina di metirsiyê de rastî jî nayê qebûlkirin. Belê boykot mafê rewa yê doktor û karmendane. Divê hikûmet jî van doktoran paş guhê xwe nexe. Divê demek zûde çareseriyek bê kirin û ji bo dermankirina nexweşan doktor vegerin ser karê xwe.”

Di dawiyê de Bêstûn Jaleyî got ku li gor bîlançûya ketiye destê wan tenê dinava hefteya buhrî de li herêma Germiyan 3 nexweşên pêwîstiya wan bi tedawiya lezgîn hebû, ji ber nebûna doktor û karmendên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan.

(sk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist