کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gulan 17, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Ji bo biryara DMME’yê ya derbarê Rêber Ocalan de pêk were çalakî destpê kir

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
01/12/2021 - 3:58:37 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Kurdên derveyî welat li Strasbourgê ji bo biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê ya derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji aliyê Konseya Ewropa ve pêk were, çalakiya nobedê ya ji bo 17 rojan destpê kir. Çalakger bang li saziyê Ewropa kir ku zextê li Tirkiye bikin, ji bo biryara DMME’yê pêkbînin.

Desteya Wezîran ya Konseya Ewropayê, biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê ya di sala 2014’an de derbarê cezayê girtîgehê yê heta hetayî ya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku Tirkiye pêk ne anî, piştî heft salan xiste rojeva xwe.

Civîna li avahiya Konseya Ewropa ya li Strasbourgê 30’yê Mijdarê destpê kir û wê heya 2’yê Kanûnê berdewam bike.

Însiyatîfa ’Ji Ocalan re Azadî’ jî di çarçoveya pêngava ’Dem dema Azadiyê’ de û bi dirûşma,”Wê azadî serbikeve, ji bo Ocalan bikeve tevgerê” li ber avahiya konseyê çalakiyeke nobedê ya 17 rojî da destpêkirin.

Kurdistanî ji saetên sibehê ve li ber avahiya Konseya Ewropa kombûn û konê çalakiyê vedan. Ji bo roja yekemîn a çalakiyê komeke ji 100 çalakvanî pêktê, ji Siwîstreyê çalakiyê dewr girt. Pankartên wekî, ”Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Îmraliyê girtiye, agahî jê nayê girtin” û bi 9 zimanan dirûşma, ”Wê azadî serbikeve” hatin vekirin. Her wiha çalakger posterên mezin ên Rêber Ocalan û nivîsên banga, ”Bikeve tevgerê” li saziyên Ewropa kirin, daliqandin.

Derbarê armanca çalakiyê de jî hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk ya Siwîstreyê Selma Sûrer û Îsmaîl Kardaş, bi zimanê Kurdî û Tirkî daxuyanî xwendin. Di daxuyanî de ji bo bi dawî anîna bêdadiya li Îmraliyê bang li Konseya Ewropayê kirin ku biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêkbîne û her wiha balêkişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê.

Çalakger piştî daxuyaniyê dirûşmên, ”Ji Ocalan re azadî”, ”Faşîst Tirkiye”, ”Kujer Erdogan” û ”Dewleta qirker a Tirk” gotin.

Piştî dirûşman çalakiyeke rûniştinê ya 10 deqîqeyî hate lidarxistin û paşê jî çalakger vegeriyan cihê ku kon vedane. Çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê berdewam dike.

Çalakî wê her roj ji aliyê Kurdistaniyên li welatekî Ewropayê ve were dewir girtin û 17’ê Kanûnê bi dawî were.

Her wiha ji ber wê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron 2’yê Kanûnê serdana Strasbourgê bike, rojek qedexeya çalakiyan hatiye ragihandin, wê çalakiya Kurdistaniyan jî rojek navber bikeviyê.

Çalakî wê 3’yê Kanûnê bi beşdarbûna endamên TEV-ÇAND’ê berdewam bike.

 

1 y 5
- +

1.

2.

3.

4.

5.

(bz)

Nûçeya berê

Agir bi parlementoya Herêma Kurdistanê ket

Nûçeya pişt re

Li ser sînorê Başûr û Rojhilat kolberek hate kuştin, 2 birîndarbûn

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Tevgera Goran kir

Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Tevgera Goran kir

Gulan 17, 2022
Mamostayan carek din xwestin mûçeyê wan were dayîn

Mamostayan carek din xwestin mûçeyê wan were dayîn

Gulan 17, 2022

Li Qeladizê Festîvala Hespsiwariyê

Li Silêmaniyê 130 kesan serdana nexweşxaneyê kirin

Balafira dewleta Tirk malek welatiyan bombebaran kir

Li Xanesorê civîna gel: Em ê heta dawî li Şengalê xwedî derkevîn

Nûçeya pişt re
Li ser sînorê Başûr û Rojhilat kolberek hate kuştin, 2 birîndarbûn

Li ser sînorê Başûr û Rojhilat kolberek hate kuştin, 2 birîndarbûn

Yên Li Pêş

Asayîşa Êzdîxanê bû hêviya veger û parastina gel

Asayîşa Êzdîxanê bû hêviya veger û parastina gel

Gulan 17, 2022

Piştî fermanê bi avabûna hêzên parastina cewherî yên Şengalê re 200 hezar kes vegeriyan ser axa xwe. Di nav 6...

Gerîlayan li Biradostê derbek mezin li Artêşa Tirk dan

Gerîlayan li Biradostê derbek mezin li Artêşa Tirk dan

Gulan 16, 2022

Li Biradostê gerîlayên azadiyê derbek mezin li leşkerên Artêşa Tirk dagirker xistin. Gorî agahiyan gelek kuştî û birîndarên leşkerên Tirk...

Komkujiya Hewlêrê li Mexmûrê hate şermezar kirin

Komkujiya Hewlêrê li Mexmûrê hate şermezar kirin

Gulan 16, 2022

Li wargeha Mexmûrê Komkujiya Hewlerê bi tundî hate şermezar kirin. Li ser navê kesên di komkujiyê de hatin windakirin û...

Dadgeha Hewlêrê li 5 girtiyên Behdînanê ceza birî

Dadgeha Hewlêrê li 5 girtiyên Behdînanê ceza birî

Gulan 16, 2022

Piştî 17 mehan 5 girtiyên Behdînanê hatin dadgehkirin û Dadgeha Hewlêrê li her yek ji wan 2 sal cezayê girtîgehê...

Li Xanesorê civîna gel: Em ê heta dawî li Şengalê xwedî derkevîn

Li Xanesorê civîna gel: Em ê heta dawî li Şengalê xwedî derkevîn

Gulan 17, 2022

Li Bajarokê  Xanesorê ya  Şengalê li ser geşedanên dawî yên li herêmê, ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û...

‘Girtiyên Şêladizê bi elektrîkê hatine êşkencekirin’

‘Girtiyên Şêladizê bi elektrîkê hatine êşkencekirin’

Gulan 16, 2022

Îro di rûniştina dadgehê ya pênc girtiyên Şêladizê de eşkere bû ew di girtîgehê de bi lêdana boriyan, elektrîkê û...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist