Ji bo lêkolînê bang li 12 endamên Meclîsa Kerkûkê hat kirin

Desteya Destpakî ya Iraqê bi armanca lêkolînkirinê, bang li 12 endamên Meclîsa Kerkûkê kir. Herwiha bi heman armancê bang li 3 rêveberên fermangehên Xaneqînê jî kir.


Desteya Destpakî ya Iraqê daxûyaniyek nivîskî belavkir. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li gorî madeya 340 ya Iraqê daxwaza lêkolînê li 12 endamên meclîsa Kerkûkê hatiye kirin. Herwiha bi heman armancê bang li 3 rêveberên giştî yên navçeya Xaneqînê jî hatiye kirin.

Li gorî navan zêdetirî kesên bang lê hatîn kirin, endamên Lîsteya Brayetî ya Kerkûkê yên ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ne.

Endamên Meclîsa Kerkûkê yên ji bo lêkolîn kirinê bang li wan hatîn kirin evin;

Rêbwar Telebanî: Serokê Meclîsa Parêzgehê yê bi wekatlet (Yekgirtû)

Dilşad Pîrot: Endamê lîsta Brayetî-PDK

Nesrîn Xalid: Lîsta Brayetî –PDK

Perwîn Fatih Mihemed Emîn: PDK

Şêrzad Adil: PDK

Fuad Husên: PDK

Mehmud Mihemed Mecîd: PDK

Irfan Cemal Tofîq: Lîsta Brayetî Kerkûk- Tirkmen

Ribaz Mihemed: Lîsta Brayetî Kerkûk-Ereb

Mihemed Kemal Salih: Serokê lîsta Brayetî Kerkûk- PDK

Elî Namip Reşîd: PDK

Edom Orham: Endamê lîsta Brayetî- PDK

Herwiha li Xaneqînê jî bang li rêveberê berê yê şaredariya Xaneqîn, rêveberê banka çavkaniyên xwezayî yê li Xaneqîn û rêveberê qeydkirina xaniyan hatiye kirin.

Naveroka madeya 340 ya sizadana Iraqê bi vî awayî ye:

Her karmendek yan rêveberek hikumetê, bi qest dijî berjewendiyê cihê ku tê de kar dike bike, wê 7 sal ceza lê were birîn.