‘Ji bo mayîna dewleta Tirk li herêmê ti pêwîstiyek nîne’

Aktîvîstên xwedî pîşeyên cuda yên li Soran diyar kirin, ti sedem û  pêwîstiyeke ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê bimîne nîne û gotin, “Pêwîst e hikûmeta Iraqê sînorê Başûrê Kurdistanê biparêze.”


Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistan didome. Aktîvîstên xwedî pîşeyên cuda yên li herêma Soran diyar kirin ti sedem û  pêwîstiyeke ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê bimîne nîne û gotin, “Pêwîst e hikûmeta Iraqê sînorê Başûrê Kurdistanê biparêze.”

Parêzer Zanyar Hesen û Mamosteya Zanîngehê Şehla Salih ku di heman demê de aktîvîstên sivîl in têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Başûrê Kurdistanê ji Rojnews re axivîn.

‘Divê Iraq zextê li dewleta Tirk bike’

Parêzer Zanyar Hesen bal kişand ku divê Iraq ji bo dewleta Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê derkeve zextê bike û got, “Tirkiye hatiye ber deriyê me û bi awayekî zêde ketiye xaka Başûrê Kurdistanê. Li gor dilê xwe di nav xaka herêmê de tevdigere.”

Zanyar Hesen destnîşan kir ku li gor yasayan parastina sînorên Başûrê Kurdistanê erka hikûmeta Iraqê  ye û wiha dewam kir, “Pêwîst e Iraq, artêşa Tirk ji herêmê derxe. Ji ber ti pêwîstiyeke ku artêşa Tirk di nav xaka herêmê de hebe nîne. Roj bi roj baregehên xwe yên leşkerî saxlemtir dike û hejmara leşkeran a di nav xaka herêmê de zêdetir dike.”

‘Divê her kes daxwaza derxistina artêşa Tirk bike’

Mamosteya Zanîngeha Soran Şehla Salih jî anî ziman ku divê hemû Kurd daxwaza derxistina artêşa Tirk a ji herêmê bike û got, “Li gor yasayan nabe ku ti welatek serweriya welatekî din binpê û îhlal bike. Lê belê Tirkiye û hikûmeta Erdogan li gor wan yasayan tevnagerin.”

Şehla axaftina xwe wiha domand: “Diviyabû hikûmeta Iraqê sînor parastibana û herêm jî di nav sînorên Iraqê de ye. Lê mixabin Iraq bi bi temamî li hember Tirkiyeyê bêdengî hilbijartiye.”

(yş)