Ji bo meş û merasîma bo Diyar Xerîb banga beşdarbûnê tê kirin

Tê payîn sibe ji hemû bajar, navçe û gundên Başûrê Kurdistanê welatî berê xwe bidin Qendîlê û serdana goristana endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb bikin.


Li gorî daxuyaniya komîteya amadekar ya merasîmê sibe di saet 11:00’an de wê welatî ji bajar, navçe û gundên Başûrê Kurdistanê li navçeya Ranya a ser îdareya Raperîn kom bibin. Hatin gotin ku wê welatî ji wir bi hevre berê xwe bidin Binarê Qendîlê. Li gorî daxuyaniyê piştî welatî gihiştin Binarê Qendîlê, wê li ser gora endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb merasîmek were lidarxistin.

Komîteya amadekar got ku wana li hemû cihî ji bo veguhestina welatiyan otobus amade kirine û pêwîstiyên wan pêşwazî dikin. Komîteyê da zanîn ku kî bixwaze dikare tevlî merasîmê bibe.

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir li ser vê mijarê ji RojNews re axivî. Şakir bang li herkesê kir daku ji bo rêzgirtina ji bo xebat û têkoşîna Şehî Diyar Xerîb tevlî merasîma sibe bibin.

Kesên ku ji Silêmanî, Kerkûk û Kelarê bixwazin tevlî merasîmê bibin dikarin bi van hejmarên telefonê xwe bigihînin komîteya amadekar.

Silêmanî

Silêmanî saet 07:00’an li ber derê mala şehîd Diyar Xerîb a li taxa Bextiyar. Hejmara telefonê: 07701520991

Kerkûk

Di saet 07:00’an de ber derê baregeha Tevgera Azadî.

Kelar:

Saet 06:00’an de gel kom dibe. Hejmara telefonê: 07725177114

(nr)