کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Şemî, Rêbendan 28, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

‘Ji bo pêşîlêgirtina talana xwezayê helwestek hevpar pêwîste’

  ROJNEWS- SORAN
30/09/2022 - 7:30:16 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Çalakvanên jîngehê yên Soran dan zanîn ew ji ber talankirina xwezaya Kurdistan a ku li deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin bi fikarin. Çalakvanan daxwaz ji hikûmeta Herêmê kirin bi rêya konsolosxaneyên welatan kar li ser pêşîgirtina êrişên Tirkiye yên ji bo tinekirina çand û jîngeha Kurdistanê bikin.

Dewleta Tirk a talanker ji bilî ku gelek deverên Başûrê Kurdistanê dagirkiriye, li deverên dagirkirî jî dest bi talankirina xwezaya Kurdistanê kiriye. Rojane bi hezaran daran li nava xaka Kurdistanê de dibire, dibe Tirkiyeyê û difiroşe. Ev talana xwezayê jî li cem Kurdan bi taybetî jî jîngehparêzan fikarên mezin bi xwere aniye. Jîngehparêz daxwaz dikin gelê Kurd li dijî van kiryarên faşîst ên dewleta Tirk rabin û helwest nîşandin.

Serokê Borda Rêkxirawên Jîngehê ya Soran Hejar Mahîr derbarê mijarê de axivî û got, “Piraniya rêkxirawên jîngehê yên Kurdistanê serdana parlementoya Herêma Kurdistanê kirine û hikûmeta Herêmê jî ji kiryarên dewleta Tirk agahdar kirine. Her wiha daxwaznameyên xwe yên ji bo pêşîlêgirtina dar birîna li deverên sinorî pêşkêşî parlementoyê kirine. Bi vê armancê jî sala borî li ber parlementoya Herêma Kurdistanê çalakiyek nerazîbûnê hat lidarxistin.”

Hejar Mahîr da zanîn ambargoya ku ji aliyê welatên cîran ve bi taybet ji aliyê Tirkiye ve hatiye xistina ser Herêma Kurdistanê tenê di warê dagirkeriyê de sinordar nebûye û wiha domand: “Di heman demê de dar û daristanên Kurdistanê jî dibirin. Ev jî tinekirina jîngeha me ye. Tirkiye li ber çavê me daran dibire û dibe Tirkiyeyê û kesek jî helwest nîşan nade.”

Di dewamê de Hejar Mahîr daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi rêya ofîsa peywendiyên derve ya Herêmê tevayî konsolosxaneyên welatan ji van binpêkirin û destdirêjiyên dewleta Tirk agahdar bike. Her wiha got wê rêkxirawên jîngehê alîkariya hikûmet û aliyên peywendîdar bin di gihandina dengên nerazî de li ser asta cîhanê daku pêşî li dewleta Tirk were girtin.

Çalakvanê Jîngehê Hisên Şêx Hecî jî da zanîn ew ji ber talankirina xwezaya Kurdistan a ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin gelek bifikarin û got, “Em ji van kiryarên Tirkiye bi fikar û bi hêrsin ku li ber çavên me dar û şitlên daristanên Kurdistanê dibire. Ev kezeba me birîndar dike. Ji berku em kar li ser jîngehê dikin û dizanin ev dar çend bi nirx û giringin ji bo mirovan.”

Hisên Şêx Hecî da zanîn dagirker tenê bi dagirkirina xakê ranawestin û wiha domand: “Dagirker jîngeh û çanda me jî dagir dikin. Ev yek jî pêwîstî bi yekdengî û helwestek hevgirtî heye. Pêwîste em hemû li dijî van kiryarên dijminkarane yên dewleta faşist a Tirk rabin û kar ji bo pêşîgirtinê bikin. Ger darek were birîn deh sal cihê wî nayê dagirtin. Niha li çiyayên Kurdistanê valatiya şînkatiyê çêbûye. Ji berku Tirkiye beşek mezin a daristanan biriye.”

(kş)

Nûçeya berê

Ji ber giranbûna alif li Raperînê xwedîkirina gamêşan kêm bûye

Nûçeya pişt re

Viyan Mayî: Sînema jî bi qasî xebata çekdarî xizmeta doza Kurd dike

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Li Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Rêbendan 27, 2023
Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Rêbendan 27, 2023

Dijî binçavkirina hevserokê Tevgera Azadî wê çalakiyek were lidarxistin

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Li Silêmaniyê semînerek li ser dagirkerî û guhertinên li herêmê de hate dayîn

Dîsa êrişî qada gazê ya Kormorê hate kirin

Nûçeya pişt re
Viyan Mayî: Sînema jî bi qasî xebata çekdarî xizmeta doza Kurd dike

Viyan Mayî: Sînema jî bi qasî xebata çekdarî xizmeta doza Kurd dike

Yên Li Pêş

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Rêbendan 27, 2023

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Selam Ebdula bê ku sedemek were nîşandan, li Ranyayê hate binçavkirin. Tevgera Azadî ya Civaka...

Li Silêmaniyê semînerek li ser dagirkerî û guhertinên li herêmê de hate dayîn

Li Silêmaniyê semînerek li ser dagirkerî û guhertinên li herêmê de hate dayîn

Rêbendan 27, 2023

Li bajarê Silêmaniyê semînerek bi navnîşana ‘Kurd li hemberî guhertinên Rojhilata Navîn û dagirkeriya herêmê’ hate dayîn. Di semînerê de...

‘Em kesên xayîn ji Êzidiyan hesab nakin’

‘Em kesên xayîn ji Êzidiyan hesab nakin’

Rêbendan 27, 2023

Civaka Êzidî piştgiriya xwe ya ji bo Operasyona Tolhildanê ya YBŞ’ê nişan dide û li dijî xeta xiyanetê ev peyam...

Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li dozgeriyê hate dayîn

Ciwanên Êzidî: Emê têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin

Rêbendan 27, 2023

Ciwanên Êzidî ku li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi hêrs in diyar kirin ku ji bo moral û...

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Rêbendan 27, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd...

Dijî binçavkirina hevserokê Tevgera Azadî wê çalakiyek were lidarxistin

Dijî binçavkirina hevserokê Tevgera Azadî wê çalakiyek were lidarxistin

Rêbendan 27, 2023

Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula bê ku sedemek were nîşandan, li Ranyayê hate binçavkirin û hîn nehatiye berdan. Dijî binçavkirinê...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist