Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo diyar kir ku hikumeta Kazimî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk nesekiniye lê daye pey tasfîyekirina Xweseriya Şengalê û ev bang li hêzên Îraqî kir: “Em wekî civaka Êzidî bang li gel, siyasetmedar, hikûmeta ku wê nû ava bibe dikin ku serweriyê li xaka Iraqê bikin. Gelo Iraq hêzên Tirk wekî hêzên bîyanî nabîne?”
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo, geşedanên siyasî û civakî yên li Iraqê û Şengalê, armanca esasî ya êrîşên li ser Şengalê nirxandin û hişyariyên girîng li Iraqê kir. Faris Herbo di destpêka nirxandina xwe de bal kişande ser dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê û got: “Welatên serdest ji bo temenê xwe dirêj bikin Mexmûr, Rojava û Şengalê ku pêşengiya sîstema netewa demokratîk dikin, dikine hedef.” Herbo rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn jî nirxand û destnîşan kir ku li gelek welatan daxwaza gel ew e ku êdî xwe birêve bibin lê li ku derê gel ji bo xwe rêvebirinê gav avêtine rastî êrîşan hatine.
‘Projeya netewa demokratîk dikare pirsgirêkan çareser bike’
Herbo hilbijartina pêşwext a Iraqê jî bibîrxist û got ku piştî hilbijartinan hê jî hikumeta nû ava nebûye û pirsgirêkên heyî jî roj bi roj kûrtir dibin. Herbo balê kişand ser projeya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir: “Di hemû welatan de projeya netewa demokratîk a Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkan çareser bike û mafê hemû gelan biparêze. Lê ji ber bi projeya netewa demokratîk re êdî rola desthilatdaran piçûk dibe rê li ber vê projeyê tê girtin.”
‘Şengal, Mexmûr, Rojava pêşengên projeya netewa demokratîk in’
Bi taybet di sala 2021’an de li hemberî Şengal, Mexmûr û Rojava êrîşên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê zêde bûn, Faris Herbo jî balê kişand ser vê yekê û sedama van êrîşan wiha şîrove kir: “Ji ber ku Şengal, Mexmûr û Rojava wekî qadên azad pêşengtî ji projeya netewa demokratîk re dikin. Ji bo ev fikir belav nebe û gel her ji aliyê desthilatdaran ve bêne birêvebirin dijayetiya van qadan dikin.”
‘Êrîşên li ser Şengalê bi hevkariya PDK’ê pêk tên’
Faris Herbo bibîrxist ku li Şengalê bi taybet kesên mîna Seîd Hesen û Merwan Bedel ku pêşengiya pergala xweseriya demokratîk dikirin di nav sala borî de hatine hedefgirtin û wiha axivî: “Ev êrîşên li ser van pêşengan hatine kirin bi hevkariya PDK’ê pêk hatin. Li Rojavayê Kurdistanê jî gel xwe birêxistin kiriye û dixwazin sîstemekî ne navendî ji xwe re bidin avakirin. Li Mexmûrê jî wisa û gel di nava kampekî de xwe bi xwe birêve dibe. Di vir de diyar dibe ku li ku derê gel bixwaze azad bibe û ji bin sîstema heyî derkeve rastî êrîşan tê.”
‘Hikumetê plan kiribû ku deskeftiyan tasfîye bike’
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo, planên Iraqê yên ji bo tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bibîranî û got :“Li Şengalê gelek êrîşên cûda li ser civaka Êzidî û Rêveberiya Xweser çêbûn. Di Şengalê de em nikarin rêveberiya heyî û civakê ji hev qut bikin. Ji ber wê jî ev êrîş li ser civakê pêk hatin. Hikûmetê plan danîbû ku ev destkeftî û xizmeta hatiye kirin nehêle.”
‘Iraq hêzên Tirkiye wekî hêzên biyanî nabîne?’
Di dawiya nirxandina xwe de Faris Herbo behsa xeteriyên li ser Iraqê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve jî kir û wiha got: “Dewleta Tirk li Kerkûk û Mûsilê hêzên çekdar ava dike, planên xwe yên sala 2023, 2027 û 2050 datîne, dixwaze Kerkûk û Mûsilê dagir bike, ev planên xeter in li ser herêmê û ev plan bi hevkariya Hikûmeta Kazimî tên kirin. Em wekî civaka Êzidî bang li gel, siyasetmedar, hikûmeta ku wê nû ava bibe û bi taybet bang li Sedr dikin ku serweriyê li xaka Iraqê bikin. Dema behsa derketina hêzên biyanî tê kirin kes behsa Tirkiye nake, em dipirsin gelo hêzên Tirkiye ku bi dehan baregehên wan di Iraqê de hene, Iraq van hêzan wek hêzên biyanî nabîne?”
(ab)