Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) ku temenê xwe di têkoşîna azadiya Kurdistanê de derbas kir û îro di êrîşek MÎT’a Tirk de şehîd bû, di hevpeyvînek xwe de têkoşîn û berxwedana zindana Amedê vegotibû.
Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) di sala 1957’an de li bajarê Qersê yê Bakûrê Kurdistanê ji dayîk dibe, sal 1978’an tevgera PKK’ê nas dike û tevlî dibe. Di dema darbeya leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’yan a li Tirkiyeyê de tê girtin û li zindana Amadê dimîne. Yasîn Bulut li vir tevî pêşeng û kadroyên PKK’ê dijî pêkanînên hovane yên dewleta Tirk a dagirker, berxwedanek dîrokî nîşan dide û serî natewîne. Di sala 1991’an de ji girtîgehê derdikeve û bere xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê. Yasîn Bulut ev 15 sal bûn di nava Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê de kar dimeşand.
Şehîd Yasîn Bulut ku di encama îşkenceyên hovane yên li zindanana dewelta Tirk a dagirker de pirsgirêkên tenduristiyî jî dijîn, demek bû ji bo dermankirina nexweşiyên xwe hatibû bajarê Silêmaniyê.
Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) îro serê sibehê saet derdora 09.00’an li taxa Çarçira dema li ser rê dimeşiya, ji aliyê kes an jî kesan ve hat gulebarankirin. Di encama gulebarana ku ji aliyê endamên MÎT’a Tirk ve hatiye pêkanîn de Şukrî Serhet şehîd bû.
Têkoşînek dijwar
Şehîd Şukrî Serhed tevî hemû astengî û keleman jî, temenê xwe ji bo azadiya Kurdistanê borand û her kêliyekê di nava têkoşînê de bû. Piştî zêdetirî 10 salên girtîgehê, berê xwe dabû çiyayên azad û têkoşîna xwe domand.
Şehîd Şukrî Serhed di hevpeyvînek ji bo Rojnews a têkildarî berxwedana 14’ê Tîrmehê ya zindana Amedê de, behsa naskirina pêşengên PKK’ê, berxwedana zindana Amedê û 14’ê Tîrmehê kiribû.
Nirxandinên Şehîd Şukrî careke din diweşînin.