Ji Destêya Rêveber a Şengalê li dijî hewldanên PDK’ê daxuyanî

Desteya Rêveber a Şengalê bi daxuyaniyekê bang li civaka Êzidî û tevahiya gelê Şengalê kir ku li hember vegera Îdareya berê ya Şengalê rabin ser piyan û rê nedin îradeya gelê Êzidî bê binpêkirin.


Desteya Rêveber a Şengalê têkildarî rewşa li herêmê û Şengalê kom bû. Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat, gelek mijarên girîng hatin destgirtin.

Li dû civînê bi amadebûna nûner û rêveberên hemû saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin.

Di daxuyaniya ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hiço ve hat xwendin de, wiha hat gotin:

“Bi navê Desteya Rêveber a Şengalê û hemû Saziyên Rêveberiya Xweser.

Di dema em kar ji bo vegera gelê xwe ku di nava kampan de dijîn dikin. Di heman demê de gelê me ku bûye xwedî îrade, xwe bi xwe bi rê ve dibe û xwe diparêze, plan ji bo tinekirina vê îradê tê kirin.”

‘Em qebûl nakin îradeya me bê binpêkirin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hewl tê dayîn careke din îdareya girêdayî PDK’ê û pêşmergeyên ji Şengalê derketin vegerin bajêr û ev xisûs hatin diyarkirin: “Her kes dizane 3'yê Tebaxa 2014’an ev hêz bûn sedema fermanê. Em êdî qebûl nakin, siyaseta berê fermanê li ser gelê me bê ferzkirin û hêzên gelê me neparastin cardin vegerin Şengalê.

Li ser vî esasî em bang li tevahiya gelê Şengalê û herêma Kurdistanê û Meclîsa Eşayîrî ya Şengalê dikin. Li dijî îdareya berê ya hewl dide cardin vegere Şengalê derkevin û rê nedin xwîna îradeya gelê me bê tinekirin.

Pêwîste em rê nedin ti kesî ku xwîna şehîdên me ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar bîne. Pêwîst e ciwan ti biryarên ne di berjewendiya gel û çanda me de qebûl nekin.

Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê bi ti awayî qebûl nakin kesên ku bûne sedema ferman û wêrankirina Şengalê cardin vegerin û îradeya gelê me binpê bikin.”

(yş)