Li ser yek ji rûpelên reş ên dîroka xiyaneta PDK’ê re îro 25 sal derbas dibe ku çekdarên wê mil bi milê leşkerên Tirk li navenda Hewlêrê komkujî kirin û têde 83 rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û birîndarên bêparastin şehîd kirin.
Ji ber şerê navxweyî û bûyerên 31’ê Tebaxa sala 1996’an ku wê demê PDK’ê artêşa Baas a Iraqê xistibû Hewlêrê û tevlî şerê li dijî YNK’ê kiribû, Başûrê Kurdistanê di nava aloziyek mezin de bû, di heman demê de xelk li dijî siyaseta PDK’ê bi kîn û fikar bûn. Baweriya wan bi wan hêzan nemabû. Berevajî roj bi bi roj PKK di nava gel de belav dibû û li Başûrê Kurdistanê rêxistinbûna wê berfireh dibû.
PKK ji bo rê li ber dûbarebûna şerê qirêj yê Kurd bi Kurd bigire û Parastina PDK’ê carek din nebe darê destê dewleta Tirk, nekeve nava xiyanetê de, di asta rêveberiyê de li gel PDK’ê danûstandinên aştine dikir.
Di 14’ê Adara sala 1997’an de dewleta Tirk êrişek berfireh a dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê destpê kir. PDK’ê jî bi awayekî rasterast li gel artêşa Tirk tevlî êrişê bû. Di vê êrişê de zêdetirî 200 hezar leşkerên Tirk û bi hezaran çekdarên PDK’ê beşdarî şer bûn.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê vê mijarê de dibêje: “Heval hatin û gotin ku pêşmergeyên PDK’ê êrişî me kirine û dixwazin Girê Bihar bigrin. Matmayî bûm, min got ev yek çawa dibe? Duh me li gel wan civîn kir û soz dabûn ku şer û hevkariya dewleta Tirk nekin.”
Xiyaneta li sond û sozê
Şahidên bûyerê dibêjin Serokê PDK’ê Mesud Barzanî bi xwe ji rêveberiya PKK’ê re gotibû: “Li ser gora bavê xwe sond dixwim ku bi PKK’ê re şer nakîn.” Wan jî ji van gotinan bawerkirin, lê berevajiya wê derket.
Her wiha di destpêka komkujiyekê de, gelek xelkên Hewlêrê ji bo komkujiyek rû nede mertalek a mirovî çêkirin û li derdor û navendên PKK’ê kom bûn ku rê li bûyerê bigirin. Lê, carek din PDK’ê soz dabû gel ku xelkê nekujin û ti şer jî rû nede. Lewma dîsan li ser van sozan xelk vegeriyan malên xwe.
Siyasetmedarê Kurd Kanî Mîran li ser vê pêvajoyê dibêje: “Ji bo yekîtiya netewî û yekparçebûna Kurdistanê hatine Başûrê Kurdistanê. PDK’ê pêşwaziyek xapandinê li me kir.
Ji beriya Komkujiya Hewlêrê ya di sala 1997’an de, PDK’ê pêvajoyek ya binçavkirinê dabû destpêkirin. Ez û çend hevalên xwe, bi awayekî dostane bangî baregehên xwe kirin. Piştî gihîştin wir xiyanet li me kirin û êriş kirin ser me. Em girtîn. Bi çavgirtî şandîn girtîgeha nepanî ya Akrê.”
Li gorî çavkaniyan, PDK’ê bi fermî daxwaz ji dewleta Tirk kir ku li Başûrê Kurdistanê êrişî PKK’ê bike. Herî dawî piştî nîvro di 16’ê Gulana 1997’an de çekdarên PDK’ê mil bi milê leşkerên dewleta Tirk Komkujiya Hewlêrê destpê kirin.
Hêzên PDK’ê û MÎT’a Tirk bi awayeke hemwext êrişê Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK) Navenda Rewşenbîrî ya Mezopotamya, Yekîtiya Azad a Jinên Kurdistanê, nexweşxaneya gerîlayên birîndar lê diman, Heyva Sor a Kurd, Rojnameya Welat û Rojnameya Wetan Şems kirin.
Li gorî belgeyan 83 rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û gerîlayên birîndar ên nava nexweşxanyê de bêçek tên qetilkirin û windakirin.
Li gorî raporek Rojnameya Çetr a di sala 2011’an de di hejmara 56’an de de parve kirî, cenazeyên hinek şehîdên komkujiya Hewlêrê li ser riya Hewlêr-Mexmûrê di gorek komî de hatine veşartin ku bi Kargeha Qirê tê naskirin û li Leşkergeha Reşkîn û li çend cihên din gorên komî hene ku tê gumankirin cenazeyên wan şehîdan têde bin.
(fk)