Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî xwepêşandanên Rojhilat û Îranê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK), êrîşên li dijî xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin û desteka xwe ya ji bo xwepêşandanan eşkere kir. KNK’ê her wiha banga li hemû aliyên Rojhilatê Kurdistanê kir ku yek bin.


Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) derbarê xwepêşandanên gel ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêjîma Îranê ev bi dehan salane hemû aliyên jiyana civakê xistine bin kontrola bi şêwazê tundiyê û rê li pêşiya hemû bizaveke azadî û demokrasîxwazîye girtiye.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îran di salek borî de ji ber kûrbûna nakokiyên bi cîhana derve û bi taybet ji ber nakokiyên bi Amerîkayê re, ketiye ber dorpêçeka berfireh û sîstematîkeke aborî, darayî, û leşkerî, peydakirina pêdiviyên sereke yên xelkê Îranê teng bûye. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku mahiyeta gendelîya sîstema rêvebirina Îranê, di aliyê siyasaî, ewlehî û leşkerî de ji bo çîneke mişexwer û sûdmendên desthilatê kar dike.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Îranê tenê bi rêya qeyran û xulqandina kirîzan dikare  mana xwe ya li ser desthelatê bidomîne û wiha hat domandin: „Gendelî, dizî, sitemkarî û bersîvnedana daxwaziyên xelkê, tibet û xûgirtiyê wê rêjîmê ye. Li şûna çareserkirina arîşe û qeyranan pena ji bo zîndan, kuştin û tevlîhevkirina çalakvanên heqxwaz û hevwelatiyên xwe diben. Kuştinên hovaneya xelkê serhildêr yên Îran û rojheltê Kurdistanê bi taybetî yên van çend rojên dawîyê mînak in ji rojev û karnamereşên rêjma kevneperesta Îranê.“

Di daxuyaniyê de bang li gelên Îranê hat kirin û hat gotin: “Pêwîste gelên serhildêr vê bizanibin ku serkeftina wan li dijî dîktatorîyê, tenê şertê tifaq û yekgirtiya wana ye. Gelê kurd li rojhelatê Kurdistanê û parçeyên din xwedî komek ezmûn û tecrubeyên şoreşgêrî û berxwedanan in, ku dikare sûd û mifayî jê bigrîn. Gelê faris jî divê bizanin ku dibe di awayekî demkî qezenca wan bi stemkirina kurd û neteweyên din yên Îranê de hebe, lê li pêşerojê de bi qezenca wan nabe û pêwîste piştgîrîya daxwazîyên gelê kurd û gelên din yên Îranê bikin.“

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku KNK piştgiriya gelên Îran û Rojhelatê Kurdistanê dike û wiha hat gotin: “Daxwaziyan wan bi rewa dibîne û mafê nerazîbûnderbirîn li hember nadadperwerî û tepeserkirinê mafekî bigehînê mirovîye. Pêwîste desthelatdarên Îranê dev ji kuştara xelkê  berde. Bersiva daxwaziyên xelkê  bi awayekî şaristanî bide û ji wê rastiya dîrokî têbigehe ku pêşeroj ya xelkê ye ne ya desthelatên sitemkar. KNK ji bilî şermezarkirin û mehkûmkirina kuştarîya xelkê kurd û gelên din yên Îranê, hevxemî li gel malbatên qurbanîyên vê serhildanê radigehîne. Bang li hemû kurdên bşên dî yên Kurdistanê dike ku piştevanên xelkê rojhelatê Kurdistanê bin. Ewa ku pêdivîye ku berçav be eve ku partî û rêxistîyên siyasîyên rojhelatê Kurdistanê bi her bîr û bawerek bin bila bibin, da ku bikarin bi yekgirtî piştevanên xelkê xwe bin û bîlanên rêjîma dagîrkera Îranê pûç biken, li derdora hev du cem bibin, yek xwendin û yek araste û di yek çeper da pêngavan hildin.“