Ji Lîbya 40 koçberên ku ji bo derbasî Îtalya bibin li wir bûn îro bi riya Balafirgeha Silêmaniyê vegeriyan Herêma Kurdistanê.
40 koçberên Kurd ên ji bo derbasî Îtalya bibin, ev duh mehbûn li bajarê Benxaz ê Lîbya ji aliyê hêzên Xelîfe Hefter ve hatibûn desteser kirin vegeriyan.
Îro piştî nîvro bi riya Balafirgeha Qahîreyê veberiyan bajarê Silêmaniyê.
Berpirsê Saziya Lûtke ya Karûbarên Penaberan Arî Celal li Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê axivî û diyar kir ku di nava 11 mehên borî de zêdetirî 40 hezar koçberan li welatên Ewropa daxwaza mafên panaberiyê kirine û got ku di nava çend mehan de pêlek koçberiyê ji Herêma Kurdistanê û Iraqê berbi Belarûsya ve destpêkiriye ku hejmara 7 hezar kese û hejmarek kêm vegeriyane û yên mane di rewşek xerab de ne.
(ab)