Ji PDK’ê daxûyaniyên bi nakok

Serokê koma PDK’ê li Parlementoya Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî diyar kir ku divê li ser sîstema parlementeriyê kar were kirin. Berê niha bi demekî kurt jî PDK namzetê serokatiya herêmê diyar kiribû.


Serokê Koma PDK’ê li Parlementoya Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî li parlementoyê civînek ya çapemeniyê lidarxist. Hewramî di civîna çapemeniyê de behsa çend mijaran kir.

Hêmin Hewramî di civînê de qala çewaniya hilbijartina Serokatiya Herêmê kir û diyar kir ku PDK dixwaze kar li ser sîstema parlementeriyê bike. Hewramî herwiha daxuyakirin ku divê parlemento biryarê li ser sîstema parlementerî yanjî serokatî be, bide.

Ji beriya niha PDK’ê dixwest li Herêma Kurdistanê kar li ser sîstema serokatiyê were kirin. Ji ber vê yekê li gel hinek partiyên siyasî yên Kurdistanê nakokî jiya. Bi taybet di vê mijarê de bi Tevgera Goran, Komel û Yekgirtûya Îslamî re lihev nedikir û dibû sedema aloziyan.

Di derbarê destpêkirina guftugoyên avakirina hikûmeta nûde jî Hewramî eşkere kir ku wê hefteya bê dest bi danûstandinan bikin.

Hêmin Hewramî her wiha YNK’ê wekî şirîkekî giring bi navkir û Tevgera Goran jî wekî hêzekî  bi bandor binavkir.  Li gorî Hewramî, avakirina hikûmeta nû dikeve ser milê PDK, YNK û Tevgera Goran.

Di civîna berê niha ya çend rojan de PDK serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî weke namzetê serokatiya herêmê diyarkiribû.

(şk)