Ji PE û Siûdî Erebîstanê nerazîbûnên dijî dagirkeriya Tirk

Erebîstana Siûdî, Parlementoya Ewropayê û Koma Sosyal Demokratên PE’yê li dijî êrîşên dagirkeriyê nerazîbûn nîşandan û ji Tirkiye xwestin êrîşên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.


Nerazîbûnên ji qada navnetewî, herêmî yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Siûdî Erebîstan: êrîşên Tirkiye zirerê dide ewlekariya herêmê

Siûdî Erebistan êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ya Siûdî Erebistanê eşkere kir ku êrîşên dewleta Tirk wê bandoreke neyînî li ewlekarî û aramiya herêmê bike.

Wezaretê got ku “Wê hewldanên têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê jî qels bibe.”

PE: Emê demografya bi darê zorê fînanse nekin

Serokê Komîsyona Parlementoya Têkel a YE û Tirkiyeyê Dr. Sergey Lagodînsky diyar kir ku ew ê piştgiriyê nedin guherandina demografiya li Sûriyeyê ya ku bi darê zorê hatiye kirin.

Dr. Sergey Lagodînsky bal kişand ser alîkariyên ku YE ji ber penaberên Sûriyeyê dide Tirkiyeyê û got ku “Tirkiye Kurdan û gelên din ji cihê wan dike û hewl dide penaberên ji Sûriyeyê li van dera bi cih bike. Divê em Yekîtiya Ewropayê bi tu awayî vê guherîna demografîk fînanse nekin.”

Dr. Sergey Lagodînsky diyar kir ku vekişandina leşkerên Emerîkayê ji bo herêmê û ji bo Ewropayê rîskên mezin bi xwe re tîne û bal kişand ser vî tiştî ku Yekîtiya Ewropayê ji bo aştiya li Sûriyeyê heta niha nebûye aktorekî bi bandor.

Lagodînsky got ku “Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê ji bo hevkariya di navbera YE û Tirkiyeyê ya dahatûyê kêşeyeke cîddî ye.”

Koma Sosyal Demokratên PE: êrîşên Tirkiye ne yasayîne

SD di daxuyaniyê de ji bo êrîşên Tirkiye gotina, “illegal” bikaranî. SD bang li Nûnertiya Bilind a Siyaseta Derve ya YE kir, ji bo êrîşên Tirkiye were rawestandin pêwîste, hemû enstrûmanên di destê xwede bikarbîne û li dijî Tirkiye biçe hinek pêkanînan.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Piştî hemû komkûjî, koçên girseyî û serdama hovîtiya DAIŞ’ê welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê care jî rûberûyê pêleke nû ya şîdetêye û rûberûyê wêye ku tifaqên navnetewî dest jê berde. Piştî ew berdêlên ku ji bo ewlekariya me da, divê hilbijêrka me bi ti awayî ne ewbe ku em ji piştê ve li Kurdan bixe.”

(bz)